Hêzên Rûsya û yên rêjîma Esed di amanckirina taxên niştecihan û navendên xizmetgozarî li bajar û bajarokên Xûta rojhilat li gundewarê Şamê berdewam in, di encamê de qurbanî çêbûne û wêraniyeke berfireh li xaniyên niştecihan bûye.
Çalakvanên herêmê gotin ko hêzên Esed duh duşembê bi dehên guleyên top û mûşekan çend bajar û bajarokên Xûta rojhilat amanc kirine, û diyar kirin ko topbarana dijî taxên niştecihan li bajarokên Eyn Terma û Elmihemediyê û Cisrên û Kefer Betna li Xûta rojhilat û taxa Cober a Şamê hişt wêranî di xaniyan de bêtir û berfirehtir bibe.
Çalakvanan got ku topxaneyên hêzên Esed û milîtanên mezhebperest taxên Dûma û Heresta û Bajarokê Elreyhan amanc kirine, di encamê de deh sivîl ku 3 zarok jî di nav wan de hene birîndar bûne, destnîşan kirin ko bombebarana berdewam ji bo hewildanên têwerdana berdewam ya hêzên Esed û milîtananên bi ser ve ji bo derbasbûna Xûta rojhilat û taxa Cobera Şamê.
Nivîsgeha ragihandinê ya Xûta li ser malpera xwe ya Facebookê got ko du kes li baharê Zemelka li gundewarê Şamê roja yekşembê ji encama êrîşeke firokên cengê yên Rûsî şehîd ketine, û bêtir gotin ko bi sedema topbarankirina hêzên Esed ji malên sivîlan re li bajarê Heresta û Erbîn û bajarokê Elnişabiye 3 zarok birîndar bûne.
Herêmên gundewarê Şamê û Xûta wê, ji bilî bombebaranê ketine ber dorpêça hêzên Esed û milîtanên mezhebî de ji bêtirî çar salan ve, hêzên Esed nahêlin alîkariyên mirovî yên ko Netewên Yekgirtî ji gund û bajarokên dorpêçkirî re dişîne derbas bibin, û herdem biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê binpê dikin.
Rawêjkarê Netewên Yekgirtî yê karûbarên mirovî li Sûriyê “Yan Îgland”, di daxuyaniyeke rojnamevanî de duh pêncşembê tekez kir ko bi sedan kesên Sûrî li gundewarê Şamê pêdiviya wan bi çareseriya derve heye, û destnîşan kir ko heft nexweş bi sedema nederketina wan ji Xûta rojhilat mirin, û bêtir got ko 29 kesên din li ber mirinê ne ji nav wan 18 zarok, bi sedema ko Xûta rojhilat ji 2013ê ve hatiye dorpêçkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî