Hêzên rejîma Esed peymanên navnetewî, yên bi piştevanî û gerantoriya Rûsyayê, li gundewarên Helebê, Hama, Laziqiyê û Der’ayê, careke din binpê kirin, bi rêya topbarana bi çekên giran û mûşekan, ku bûne sedema şehîdbûna zarokekê û ketina birîndaran.
Çalakvanên gundewarê Helebê, şehîdbûna zarokekî û sê birîndaran ji heman malbatê, ji encama armanckirina bajarê “Kefirhemra” li gundewarên bakur bi roket û mûşekan piştrast kirin.
Û tîmên bergiriya sivîl karîn termê zarokekî bi navê “Cena Xalid Têt” ya 6 salî ji bin kavilên mala wê ya ji aliyê hêzên rejîmê hatibû wêrankirin derxin, hevdem ku navçeya “Elraşidîn” û navenda lêkolînên zanistî li gundewarê rojava yê bajarê Helebê, bi heman şêweyî ji aliyê hêzên Esed hatibû topbarankirin.
Herwiha bajarê “El-Latamina” û dordora bajarê “Mork” û erdê çandiniyê li bajar “Kafr Zita” û herdu gundên “Maarkaba” û “Lîha” li gundewarê bakur, û herdu gundên “Sirmaniyah” û “Dwyer El-Ekrad” li gundewarê rojava yê Hamayê ji aliyê hêzên Esed ve hatibûn topbarankirin.
Û gundewarê Laziqiyê ji çend teweran ji aliyê hêzên Esed ve hatibû armanckirin, di nav de gundên “El-Tifahiyê” û “El-Kabanê” li Çiyayê Kurdan yê li gundewarê bakurê parêzgehê hatibû topbarankirin, û çalakvanan çi agahî li ser kuştî yan birîndaran nedan e.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyarî da bû ku nabe derfet bo rejîmê bê dayîn ji bo binpêkirina rêkeftinên navdewletî, û dupatkiribû ku ev yek dibin bi armanca têkdana prosesa siyasî, û ji bo rê li her çareseriyeke siyasî ya li gor daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 bo pêkanîna veguhestina siyasî ya berfireh bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê