Hêzên Esed û Dagîrkerê Rûsî di Pêkanîna Komelkujiyan li Idlib û gundewarê Helebê Berdewam in

Berevaniya sivîl îro sêşembê, eşkere kir ku bombebaranên balefirên cengê yên girêdayî rêjîma Esed, bûn sedema şehîdkirina 7 sivîlan û birîndarbûna 22 kesên din, di êrîşên xwe yên dijî navenda bajarê Idlibê û taxa Elsînaa .
 Û balefirên cengê yên dagîrkerê Rûsî duh êvarî, li gundewarê parêzgeha Helebê li bakurî Sûriyê, komelkujiyek pêk anî, tê de 22 kes bûne qurbanî, her weha di dema ku Hevbendiyê Niştimanî  name û Yadnameyên Qanûnî ji Neteweyên Yekbûyî û deweletên dostê gelê sûriyê re bo rawestandina kuştina Sûriyan şandin.
Û çalakvanin xwecihî gotin ku di komelkujiya li bajarokê Ebîn Seman ya gundewarê rojavayî Helebê 9 kes şehîd bûn di nav de jin û zarok jî hebûn, û 13 kes jî ji encama bombebarana balafirên cengê yên Rûsiya û rêjîma Esed birînda bûn.
Û li bajarokê Etarib yê girêdayî parêzgeha Helebê mirovek şehîd bû, û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn, ji ber armanckirina balafirên cengê yên Rûsiya û rêjîma Esed dijî 8 gund û bajarokên gundewarê Idlibê.
Tê zanîn ku roja yekşembê bombebarana asîmanî ji aliyên rêjîma Esed û dagîrkerê Rûsî dijî gundewarê Helebê, bû sedema kuştin û birîndarkirina 44 sivîlan di nav de jin û zarok jî  hebûn.
Û ev kumelkujî çêbû di dema ku Serokê Hevbendiya Niştimanî, Anas al-Abdah, yadnameyek qanûnî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres re şandiye, û têde tekez kir ku “têkçûna berdewam a civaka navdewletî di rizgarkirina gelê Sûrî ji karesata herî mezin a mirovahî ya ku di cîhanê de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê xuyakirin, dê bibe sedema şikestina baweriya hikûmet û gelan bi saziyên navneteweyî “.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî, di peyama xwe de tekez kir û got: “Êdî dem hatiye ji bo Neteweyên Yekbûyî erkên xwe bicî bîne, bi pêkanîna stratejiyên lezgîn, ên nû û bibandor, ên gelê Sûrî biparêzin, û sazûmanên navneteweyî reform bikin, û baweriya pê vegerînin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî
 
 

Posts Related