Pisporên psîkolog û komeke çavdêriyê eşkere kirin ku Esed destdirêjiya siksî bi rengek berfireh ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma li dijî girtiyan di zindan û girtîgehên wê de tê bikaranîn, bi armanca riswakirin û bêdengkirina girtiyan.
Li gorî raportekê ku ji aliyê “Parêzer û Pizîşkên Mafên Mirovan”- komeke mafên mirovan ya Sûrî ye- ji aliyê hêzên ewlekariyê kiryarên destdirêjiya siksî û xesandina kotekî di girtîgehên rejîmê de têne bikaranîn, tevlî kiryarên îşkenceyê yên hovane, herweha girêdan û şewitandin û şêwandina organên mêraniyê, ji bo neçarkiruna wan li ser mukirhatin û xweradestkirinê.
Koma navhatî da zanîn ku tişta ji aliyê wê hatiye belgekirin “destdirêjiya siksî ya hovane li ser asteke berfireh”e, û xuya kir ku hêjî ev rêbaza îşkenceyê li dijî girtiyan di nava girtîgehên rejîmê de berdewam e, û diyar kir ku belge û raportên pizîşkî di dest wê de hene.
Koma çavdêran got ku ew binpêkirin li ser rêbendên kontrolê û di odeyên lêpirsînê di nava girtîgehan de têne kirin, û diyar kir ku di nava 138 mêran de yên hevpeyvîn ji aliyê komê ligel wan hatine pêkanîn, zêdetir ji 40% ji wan bi awayekî rastî destdirêjiya cinsî dijî wan bûye, û hejmara kesên bi darê zorê hatine tazîkirin ji hêla zêrevanên zindanan ve gihiştiye nêzîkî 90%.
Rojnama “The Washington Post” hevpeyvîn ligel bi dehan zilamên ku berê li girtîgehên rêjîmê hatin binçav kirin belav kirine, bi taybetî yên li Şamê, xuya kirine çawa neçar dibûn ku kincên xwe ji xwe bikin, berî ku ew bêne îşkencedan, û çawa ew bi rojan tazî mane li gel girtiyên din di zindanên teng û tarî de.
Pisporên derûnî li bajarê Eyntab ê Tirkiyê jî, hin bûyerên xwekuştinê yên girtiyên berê di girtîgehan de qeyd kirine, û bawer dikin ku ew rastî binpêkirinên siksî hatibûn di navendên binçavkirinê de.
Berî niha jî Netewên Yekbûyî û komên mafên mirovan, bal kişandibûn ser îşkence û reftarên pîs yên sîstematîk yên rejîmê her ji heşt salan ve, piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê, ku hêjî zêdetir ji 100 hezar kesên binçavkirî û bêserûşûn hene , û piraniya wan di navendên binçavkirinê û zindanên rejîma Esed de ne.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekezî li ser giringiya sizadana tawanbarên şer li Sûriyê kiribû, û bal kişdibû ku îşkence di girtîgehên Esed de bûye dîyardeyek, û bi dehên hezaran belgeyên tuhmetbarkirina rejîmê hene.
Herwiha da zanîn ku nabe bêdeng bimînin li hemberî van kiryarên hovane yên di girtîgehên rejîmê de dibin , û bang li civaka navnetewî kiribû ku bi lez tev bigerin ji bo rizgarkirina girtiyên di girtîgehên Esed de mane, û diyarkirina çarenivîsa bi deh-hezaran kesên binçavkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat