Hêzên rêjîma Esed dest bi operasiyoneke girtinê ya berfireh li gundewarê parêzgeha Der`a û gundewarê Şamê derheqê sivîlên herdu parêzgehan kirine, çalakvan dibînin ko rêjîm di binpêkirina peymanên ko aliyên navdewletî çavdêriya wan dikin, û pêkanîna binpêkirinan derheqê sivîlan de berdewam e.
Jêderine xwecihî ji Der`a gotin ku endamine ewlehiya rêjîmê ketin xaniyê gêncê bi navê Emar Îsa û ew bi sedemin nediyar girtin, tev ko ew hatibû neçarkirin li ser beşdariya di lihevkirinên neçarî ên ku Rûsya çavdêriya wan dike de.
Her weha hêzên rêjîmê neh xort ji Ceyrûd a li gundewarê Şamê girtine, piştî ko ketine malên wan, tev ko ew jî di operasiyonên lihevkirinên berê de beşdar bûne.
Jêderin xwecihî anîne ziman ko hêzên rêjîmê piştî ko xort girtine ew ber bi aliyin nediyar ve birine, û agahî dan ko hinek ji wan girtiyan bi nivîsandina li ser dîwaran tawanbar in.
Hêzên rêjîmê di kampaniyên girtinê derheqê xortan û endamên encûmenên xwecihî û serpereştên artêşa azad de berdewam in, tev ko di lihevkirinên kotekî de jî beşdar bûne.
Êrîşeke çekdarî li taxa Elmehete li Dera çêbû, hin kesên nehatine naskirin bargeha partiya Elb`as û mala serpereşê polîsên rêjîmê amanc kirine, çalakvanan gotin ku operasiyonên leşkerî li dijî hêzên rêjîmê berdewam in, çimkî ew girtinê dikin, û bal kişandin ser ko dibe operasiyon zêde bibin û rewşê li parêzgehê ji kok ve biguherin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî