Hin torên medyayê ragihandin ku du xortên ji kampa “Rikban”çûbûn taxa “Dêr Bi’alba” li bajarê Homsê, ji aliyê hêzên Esed hatin kuştin.
Çalakvan “Îmad Xalî” ji kampa Alrikban got ku “nûçe pişrast dikin ku du xortên niştecîhên kampa Alrikban yên li taxa Dêr Bi’alba li gundewarê Homsê binçavkirî bûn, bi awayekî rasterast bi guleyên hêzên rejîmê hatin kuştin “.
Wî bal kişand ku kampaniyeke binçavkirinê dijî kesên neçarî derketina ji kampê bibûn, ji aliyê hêzên Esed piştî bûyerê destpê kir, û nêzîkî 20 gencan hatin girtin û ber bi cihên nediyar hatin birin.
Tê zanîn ku bi dehan kes ji kampa Alrikban derketin piştî dorpêçkirina çend mehan ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê , dema derbasbûna alîkariyên xwarinê û yên pizîşkî hatibûn qedexekirin, û ev yek bû sedema mirina bi dehan ji ber birçîbûnê û nebûna pêdawîstiyên saxlemiyê.
Hevdem ku piraniya şêniyan man rijd li ser mana li kampê , tevî pirsgirêk û mercên mirovahî yên zehmet, û desteya siyasî ya şêniyên kampê, li heftiya borî daxuyaniyek belav kir, û têde daxwaz ji civata navnetewî kiribû ku rê li pêşiya Rûsya û rejîma Esed bigire û nehêle bi tena xwe biryarê bidin li ser çarenivîsa şêniyên kampê.
Û daxuyaniyê got ku şêniyên kampê, vegera li nav deverên rejîmê red dikin, ji tirsa girtin û binçavkirinê, di bin sîbera hebûna milîsên Îranê li piraniya bajarokên deşta rojhilatê Homsê.
Komsîyonê di daxuyaniya xwe de bang li Washington û Yekîtiya Ewropayê kir, ji bo detêwerdanê bikin ji bo parastina şêniyên kampê, da nebin nêçîra davê rejîma Esed û hevalbenda wê Rûsyayê, û dûpat kir li kir li ser pêwîstiya ku rê bêne girtin li pêşiya hêzên Esed û Rusya ji bo derman û xwarinê weke çek li dijî şêniyên kampê bi kar neynin, da xelk neçarî vegera ber bi deverên Kontrola rejîmê nebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî