Çar jin ji Xûta rojhilat li gundewarê Şamê ji aliyê hêzên rejîmê hatin binçavkirin, ji ber têkiliya wan bi xizmên wan ên koçber re li bakurê Sûriyeyê.
Ji aliyê hin dezgehên media xwecihî hate ragihandin ku çar jinên bajarê “Erebîn” li Xûta ji aliyê şaxên ewlekariyê yên li deverê hatin desteserkirin, û bal kişandin ku ew jin bi bahaneya pêwendiyên telefonan ligel malbatên wan ên koçber li navçeya bakur hatin girtin, û bi vî awayî hejmar jinên binçavkirî giha şeş jinan di heyamê hefteyekê de.
Hevdem, dezgehên ewlekariyê yên rejîma Esed li gundên bakurê Humsê li naverasta Sûriyê berdewam in di zêdekirina fişaran de li ser welatiyên sivîl bi riya daxwazkirina wan bo serdana şaxên ewlekariyê ji bo jêpirsînê, herwiha rêjîm karmendên koçber li saziyên Hamayê neçar dike bo vegerin li ser karê li bajar û gundan, di bin gefa derkirina ji kar de.
Û ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê ferman derketin ji bo vegera mamoste û karmendên parêzgeha Reqayê û bajarê “Soran” û gundê “Tîbet El-îmam” li gundewarê bakurê Hemayê li ser karê xwe li wan deveran, di bin bahaneya “vegera xelkê û peydabûna jiyana normal”.
Çalakvanên li gundên bakurê Humsê, diyar kirin ku hêzên ewlekariyê yên rêjîmê bi sedan xort agahdar kirine ji bo serdana şaxên ewlekariyê li bajêr bikin, û bal kişandin ku nêzîkî 400 kesî ji deverê hatine vexwestin.
Tê zanîn ku Şaxa Ewlekariya Leşkerî 261 li bajarê Humsê, navudengekî wê yê xirab li seranserî Sûriyê heye, û gelek kiryarên îşkencedana hovene di salên borî de têde hatine pêkanîn, û ew ser bi muxaberatên leşkerî yê Şamê ve ye.
Û çalakvanan bal kişand ku kesên temen 50 salî hene di nava kêsên daxwazkirî ji bo jêpirsîna şaxên ewlekariyê de, herwiha ku navên çalakvanên sivîl û şervanên berê yên artêşa azad, li gel kesên bêyî ti çalakiyên şoreşgerî di nava lîsteyan de hene.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Nişgimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ragihand ku dam û dezgehên ewlekariya rejîmê kiryarên xwe yên li dijî sivîlan bêyî fişarên rast ji aliyê civaka navnetewî ranawestîne, û bal kişand ku rejîmê bi rêya kiryarên xwe yên neheq, nerastiya gerantiyên Rûsan yên vegera sivîlan ji bo navçeyên wan diyar dikin.
Ku berê deh rojan 11 karmendên bergiriya sivîl li bakurê Humsê ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên rejîmê ve hatin binçavkirin, ku navçe dikeve di nav rêkeftina “çareseriyê” de ya li bakurê Humsê, di nav de peristyarekî nexweşxaneya bajarê El-Resten ya meydanî heye. Herwiha li vê dawiyê 40 kes, jin jî di nav de hene, ji aliyê hêzên rejîmê li Der’a El-Beled hatine girtin û jêpirsîn bi wan re bûye, û ji wan xwestin ku telefonên xwe yên ji berî kontrola rejîmê li ser parêzgeha De’rayê bikar dianîn ji kar bêxin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat