Hêzên rêjîma Esed bi mûşekên fîl û topa giran û şeşberan çend gund li gundewarê parêzgeha Hema, Heleb û Idlib bombebaran kirin, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn û ziyan gihaye mal û milkên sivîlan.
Hêzên Esed bi mûşekên Kornît turumbêleke veguhastina sivîlan li zeviyên bajarokê Elhibêt li gundewarê parêzgeha Idlib amanc kirin, û di encamê de hin sivîl birîndar bûne.
Hêzên rêjîmê bi topa giran bajarokê Heyan li gundewarê bakur yê parêzgeha Helebê topbaran kir, û bombebarana hêzên rêjîmê giha Til Nisêbîn û ew bi mûşekên fîl amanc kirin, û nûçeyên derbarê ziyanên giyanî tune ne.
Li gundewarê bakur yê rojava yê bajarê Hema, hêzên Esed malên sivîlan li gundê Elcîsat bi çend mûşekên Kornît amanc kirin.
Her weha hêzên Esed bi guleyên topxaneyan û mûşekan bajarokê Circinaz û Elteh û Eltemanhe, Elxiwên, Tehtaya û Seyhan û Hîş û derdorê bajarê Xan Şêxûn li gundewarê başûr û rojhelat li bajarê Idlib amanc kirin.
Her weha derdorên bajarê Eletamine û Morik û Kefer Zîta û derdorên gundên Elerbhîn û Ebû Rehîde û Mehrekbe û Til Elsexer û Xesraya li gundewarê bakur û bajarokê Elziyare li gundewarê rojava yê Hema ketin ber topbaranê û şeşberên giran ji hêla hêzên Esed.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî