Hin dezgehên media xwecihî ragihandin ku du endamên berê yên Artêşa Azad û serokê berê yê encûmena xwecihiya bajarê El-Hara li gundewarê Der’a ji aliyê hêzên rejîmê û dezgehên wê yên ewlekariyê hatin binçavkirin, û ew di nav wan peymanên zorê de bûn, yên bi çavdêrî û gerantoriya Rûsyayê hatibûn îmzekirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku ev yek derewên Rûsan derbarê garantiyan eşkere dike, û da zanîn ku çi nirx û giranî ji gerantiyên wê re nînin, û bal kişand li ser dubarekirina binpêkirinên li dijî dijberan li deverên peymanên darê zorê, û diyar kir ku ev yek aliyê tarî yê rola Rûsya û karînên wê yên kontrolkirina hêzên rejîmê û mîlîtanên serberdayî yên din diyar dike.
Dezgehên medyayê diyar kir ku herdu serbazên berê yên Artêşa Azad yên bi navê Suhîb El-Qiwarît , û Mihemed El Zarqan, li bajarê El-Hara, û tevlî Mihemed Aldahi serokê berê yê meclîsa xwecihiya bajêr, ji aliyê hêzên rejîmê hatin binçavkirin, û duhî li roja pêncşemê ber bi cihekî nediyar de birin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku serborek xerab a sivîlan ligel rejîmê heye, rêjîma li sozên xwe xwedî dernakeve û tola xwe ji dijberên xwe vedike, û got: ” Baweriya ti kesî bi rêjîma Esed nayê, di heman demê de, Mosko her ji destpêka têwerdana xwe ya leşkerî de, dixwaze ji civaka navnetewî re diyar bike ku her tişt di bin kontrola wê de ye… lê tiştên li dibin dûpat dikin ku rewş ne weha ye”.
Herûher hêzên rejîmê li parêzgeha De’rayê rêkeftinên “Peymanên bi darê zorê” yên bi gerantiya Rûsyayê binpê dikin, ku li gor wan rêkeftina; nabe rejîm bi çi karekî li dijî dijberên rêjîmê rabe, lê ji aliyê çalakvanan ve hêjî binçavkirin û kiryarên serdegirtinê yên rojane li deverên cuda li parêzgehê têne dokumentkirin.
Li parêzgeha Der’a peymanên bi darê zorê ligel hêzên rejîmê bi gerantoriya Rûsya di meha tebaxa borî de hatibûn îmzekirin, piştî şerên dijwar û êrîşên esmanî yên balafirên Rûsiya li ser gund û bajarok û navendên giring, di heman dema destberdana Amerîkayê ji pêşkêşkirina piştgiriyê ji Artêşa Sûriyê ya azad re, ku bû sedema neçarbûna wan li ser qebûlkirina mercên Rûsyayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê