Hêzên rêjîma Esed û milîsên pêre alîkar di binpêkirina agirbesta ku dikeve hefteya xwe ya sêyemîn de berdewam in, di riya hewlên xwe di pêşveçûn û destdanîna ser deverên azad, û gefên gurkirina leşkerî ji nû de dixwe da operasyonên leşkerî dijî sivîlan çêbikin.
Û hêzên rêjîmê duh pênşembê hewlên pêşveçûna berbi baregehên bajarokê Elfutîrî yê gundewarê Idlibê kirin, di heman dema ku bajarok bi topxane û mûşekan hat armanckirin, di çaxa ku hêzên leşkerî yên rêjîmê û milîsên bi ser Îran û Rûsiyê ve gihîştine deverên gundewarê başûrê Idlibê.
Her weha bajarokê Elbara yê girêdayî Cebel Elzawiyê li gundewarê Idlibê, tûşî bombebaraneke giran bi topxane û mûşekan ji hêla hêzên rêjîmê ve hat, û ji aliyê xwe ve şoreşgeran karîne hejmarek ji leşkerên rêjîmê bikujin û hinan jî birîndar bikin, di dema wan û milîsên bi wan re hewil didan ku ber bajarok pêşve biçin.
Tê zanîn ku Tirkiya û Rûsiya di roja 5ê vê heyvê de gihîştin lihevhatina agirbestê derbarê Idlibê, û di wê lihevhatinê de hatibû ku divê kerîdoreke ewle bi dirêjiya 6 kîlomitran li bakur û başurî rîya Heleb û Laziqiyê ya bi navê “m4” tê nasîn ya ku di Idlibê re derbas dibe çêbibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî