Hêzên Esed bi dirêjahiya 15 rojan di bombebarankirina bajar û bajarokên Xûta rojhilat ya gundewarê Şamê berdewam in, bi rêka armanckirina taxên nişteciyan bi firokên şer û hilîkopter û top û mûşekan, û têde zêdetir ji 20 sivîlan şehîd û birîndar ketin .
Çalakvanên gundewarê Şamê gotin ku îro beyaniya roja duşemê mamosteyekî xwendingehê şehîd ket û çend sivîl birîndar bûn bi sedema topbarankirina bajarê “keferbetina” bi top û mûşekan ji aliyê hêzên Esed û milîsên mezhebperist yên palpiştên wan, û herwiha di êrîşeke bi heman şêweyî de jinek û keça xwe li bajarokê “Bêtsewa” li gundewarê Şamê bi giranî hatin birîndarkirin, û zêdetir gotin ku bajarê Dûma û bajarikên Hemoriyê û Misraba yên li gundewarê Şamê îro her ji sibê ve bi top û mûşekan têne bombebarankirin.
Çalakvanan tekez kir ku duhî roja yekşemê çend sivîl şehîd û birîndar ketin bi sedema êrîşên firokên şer û hilîkoterên hêzên Esed bi bermîlên teqîner li ser navçeya Elzeyat û rexên bajarokê “Mezret bêtcin” li gundewarê Şamê, û diyar kirin ku ev bombebarankirin ji zêdetir ji du heftiyan ve berdewam in ligel hewlên hêzên Esed û milîsên mezhebperist yên palpiştên wan bo derbasbûna navçeyê.
Û diyar kirin ku taxa Cober ya Şamê û bajarê Seqba û bajarokên Misraya û Eyn Terma li gundewarê Şamê duhî bi top û mûşekan ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê hatine bombebarankirin, û têde 4 sivîl şehîd û 7 ên din birîndar ketin, û li aliyekî din bajarê Zemelka bi çend rokêtan ji aliyê hêzên Rijêmê hat bombebarankirin û têde ziyan li avahiyên xelkê bû.
Hêjayê gotinê ye ku zêdetir ji 90 hezar sivîlên Xûta rojhilat ji nêzîkî sê salan ve ji aliyê hêzên Esed ve hatine dorpêçkirin, û kêmtirîn pêdawîstiyên jiyanê lê peyda nabin, di heman dema ku rewşa saxlemiyê li wan navçeyan her çiqas dorpêçkirin dirêj dibe ber bi xirabiyê diçe, ji ber xilasbûna gelek coreyên dermanên sereke yên pêwîst wek dermanê tansyonê û yê nexweşiya şekir û yên zarokan û dermanên nexweşiyên demdirêj.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî