Navê hêzên Rijêmê û hevalbendên wê di serê lîsteya tewankarên komkujiyên li Sûriyê yên di heyva borî de ne, tevî emzekirina wê li ser rêkeftina agirbestê ya bi çavdêriyek navdewletî hatî pêkanîn.
Ev yek hat di raporta tora Sûrî ya mafên mirovan de, ya ku têde tawan û komkujiyên heyva êlûna borî hatine belgekirin, û raportê vegera hêzên Rijêmê û Rûsiya bo li nav lîsteya encamderên komkujiyan tomar kiriye piştî çar heyvan ji kêmbûna wan.
Raportê amarek li ser komkujiyên heyva êlûnê tomar kiriye û têde diyar kiriye ku hêzên Rijêmê rêjeya 42% ji tawanan pêk aniye û ew di serê lîsteyê de ye, û paş re Rûsiya tê bi rêjeya 33% , û hêzên Hevpeymaniya navdewletî di pila sêyem de ne bi rêjeya 28% ji hejmara tawanan.
Raportê bal kişandiye ser ku rêjeya 63% ji komkujiyan ji aliyê hêzên Rijêmê û Rûsiya li parêzgeha Dêrazorê hatine pêkanîn, û rêjeya 50% ji komkujiyan bi destê hêzên Hevpeymaniyê li Reqê bûne.
Herweha di raportê de hetiye ku 286 komkujî li Sûriyê her ji destpêka sala 2017 an ve hatine belgekirin, û têde amarek bi 43 komkujiyan li êlûna 2017 an bi vê dabeşê hatiye: 18 komkujî ji aliyê hêzên Rijêmê, û 14 ji aliyê hêzên Rûsiya, û 10 ji aliyê Hevpeymaniyê hatine pêkanîn.
Û ligor heman raportê, ev komkujî bûne sedema kuştina 430 kesî ji wan 139 zarok in û 85 jin in, anku bi rêjeya 53 ji qurbaniyan jin û zarok in, û ev yek rêjeyek bilind e û tora navhatî ev yek wek ” nîşanekê li ser armanckirina sivîlan di piraniya komkujiyan de“ dibîne .
Herwiha raportê bal kişandiye ser giringiya tevlîkirina milîsên palpiştên hêzên Rijêmê û yên komkujiyên berfereh pêk anîne, wek milîsên Îranê û hizbulaha Libnanê û hêzên Şî’e yên din û artêşa bergriya niştimanî û şebî’he, di nav lîsteya terorê ya navdewletî de.
Û raportê Rûsiya wek aliyekî ” gerantor” haydar kiriye bi giringiya rê bigire li hewlên Rijêmê yên ji bo têşikandina rêkeftina “kêmkirina şer”, û dest bi lêkolîna binpêkirinan bike ya derbarê doseya girtiyan bi rêka diyarkirina çarenivîsa 76 hezar bêseruşûnan û herwiha daxwaza cêbicêkirina piransîpa “parastina sivîlan” jê kiriye, ku biryar li ser vê yekê ji aliyê komeleya giştî ya NY derbarê rewşa Sûriyê li sala 2005 an hatiye standin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî