Bi sedema êrîşên asmanî yên firokên Rûsî li dijî herêmên niştecihan li gundewarê Idlibê, 15 kes hatine kuştin, 4 zarok û du jin di nav wan de hene, her weha 27ên din birîndar bûne.
Berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ko firokên cengê duhî bi şev 11 êrîş dane ser taxên niştecihan li bajarê Kefreya, di encamê de kuştarek li nava sivîlan çêbû, hem wêraniyeke mezin di taxên niştecihan de çêbû. Ev kuştar çêbû di heman çaxê ko bombebaranek wek wê li bajarê Xan Şêxûn û gundên Elfoa û Tehtaya pêk dihat, lê li gora berevaniya sivîl tu ziyan çênebûne.
Her weha firokên cengê yên Rûsî û firokên rêjîmê bi bombeyên valahiyê zeviyên rojhelatî bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib amanc kirine, her weha derdorê gundê Sebhan bakurê Xan Şêxên bi mûşekên goşeyî amanc kirine, lê behsa qurbaniyan nebûye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyl amanckirina sivîlan ji hêla firokên cengê yên rêjîmê û Rûsya li gundewarê Idlib û Hema pirotesto kir, û got ku giring e peyketina berpirsiyarên tawankarî û binpêkirinên li herêma bêçek dibin bibe, û daxwaza bikaranîna alaveke çavdêrî û peydeçûnê kir, û kar bikin bikin da nehêlin peyman bibe navgîniyek bo piştguhkirinê û rizgarbûna ji sizayan.
Tê zanîn ku gund û bajarokên parêzgeha Idlibê û ya Hemayê dikevin ber êrîşên firokên Rûsya û rêjîmê û topbaran û mûşekan, di encamê de bi sedan şehîd û birîndar ji sivîlan ketine, tev ko herêm di peymana Idlib de ye, ya ko rawestandina bombebaranê li ser herêmê dabîn dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî