Duhî roja duşemê, milisên Beşar û hêzên Rûsiya dagîrker, pênc kuştar pêk anîn, bi bombebarankirina çend bajar û bajarokên Sûriyê bi firok û topxaneyan, û têde bi dehan sivîl û di nav wan de zarok û jin şehîd ketin.
Ligor hin çalakvanan; ku 22 kes di êrîşeka firokên Rûsiya de ya bi mûşekên deng li ser herdu taxên Elsikerî û Elensarî li Helebê şehîd ketin, û herwiha 6 şehîdên din û bi dehan birîndar ketin, di êrîşeka firokên şer yên rêjîmê de li ser navçeya komelgeha Elzehra û bajarokê Kefirnaha li Helebê.
Çalakvanan amaje kirin ku milisên Rêjîmê û hêzên Rûsiya, rojane bi bombebarankirina zêdetir ji 25 tax û bajarokên Helebê û gundewarê wê radibin.
Herwiha taxa Elwe’r ya dorpêçkirî li bajarê Himusê, ewjî rastî bombebarankirina bi rokêtên hawinan û bitlên teqîner û mûşekên zemîn zemîn ji aliyê milisên Rêjîmê û milisên bergiriya niştimanî hat, û têde bêhtir ji 10 kesan şehîd û birîndar ketin.
Li aliyek din, bazargeha gelêrî ya bajarê Dûma li gundewarê Şamê, ji aliyê firokên şer hat bombebarankirin û têde 8 kes şehîd û 40 birîndar ketin, herwiha gelek dikan û cihên bazirganiyê û avahiyên sivîlan têde hatin wêrankirin.
Ji aliyê xwe ve, Encûmena xwecihî ya bajarê Dûma duhî di daxuyaniyekê de Dûma bi navçeyek “bobelatlêbûyî” ragihand, bi sedema oparesyona leşkerî ya rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser taxên wê û bikaranîna çekên corucor û tevî yên qedexekirî, herwiha encûmenê daxwaza rawestindina kiryarên dijminkarî li dijî sivîlan ji civaka navdewletî kir, û tunebûna baregeh û dîmenên leşkerî li Dûma tekez kir.
Hêjayê gotinê ye ku duhî O’qab Yihiya, endamê desteya siyasî yê Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de, daxwaz ji NY kiribû ku bi awayekî bilez bi erkê xwe yê parastina sivîlan û rawestandina tawanên rêjîmê û Rûsiya rabe.
Jêder: Hevbendî