Du jin ji xelkên gundewarê Hemayê bi destê endamin hêzên rêjîma Esed hatine kuştin, piştî ko red kirine ko peryan bidin tako rê bidine wan dexlê xwe biçinin.
Çend Dezgehên ragehandina xwecihî gotin ko endamek rêjîmê ji bajarokê Elcemle bi navê Kesar Eldeba’n ligel komek ji şevengan duhî du jin kuştine û kelaxên wan şewitandine piştî ko wan jinan red kirine pereyan bidin wan beraber bihêlin dexlê xwe biçinin.
Çalakvanan gotin ku Eldeba’n herdu jin kuştin û di pey re digel çend endamên din herdu jin û dexlê ko dixwestin biçinin sotandin.
Bajarokê Elcemle li gundewarê Hemayê yê rojava li ser rêya navbera bajarê Siqêlibiyê û Miherdê, hêzên rêjîmê û milîtanên xwecihî ji çend salan ve kontrol dikin, milîtanên xwecihî nahêlin xelk vegerin malên xwe bi behaneya ko bajarok pêşberî herêmên rizgarkirî ye.
Di heman mijarê de dihêlin xelk biçin dexlê xwe biçinin, beraber ko pereyan bi qas sê caran ji nirxê berhemê salê ji wan bistînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî