Wezareta saxlemiyê ya hikûmeta demkî, duhî di daxuyaniyekê de, armanckirina nexweşxane û navendên saxlemiyê ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya ve, û binpêkirinên berdewam yên li ser rêkeftina agirbestê dibin şermezar kirin.
Ku çend nexweşxane ji aliyê firokên Rûsiya ve bimebest û rêkupêk hatine bombebarankirin ji wan: herdu nexweşxaneyên meydanî yên Tilşehab û Seyda, û nexweşxaneya Elcîza û Elni’êmê li Dera Elbeled û Elxariya Rojhilat û Elherak û Elyadûdê û Nisîb.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de êrîşên firokên Rijêmê û Rûsiya û armanckirina nexweşxane û navendên bingehîn riswa û şermezar kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku guhê xwe nedin derew û piropagendeyên Rijêmê, ku berdewam Rijêm mukurhatina bi pêkanîna bombebarankirina sivîlan û navendên saxlemiyê red dike, û tekez kir ku wê armackirina çend nexweşxaneyan û bikaranîna çekên kêmyayî li dijî sivîlan di sala 2017 an de dîkoment kirine.
Herwiha di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ku nexweşxaneya kefrzêta bi bermîlên teqîner li 13’ê reşmeha 2017 an hatibû bombebarankirin û jikar derketiye, û herwiha nexweşxaneya E’rbîn li 7’ê reşmeha 2017 an bi geza kilorê hat bombebarankirin, û herdu nexweşxaneyên Der’a Elbeled û Elyadûdê ji kar derketin.
Ji aliyê xwe ve, Rêxistina pizîşkên bêsînor, berî du rojan, hêzên Bişar û Rûsiya bi bombebarankirina du nexweşxaneyan li rojhilatê Sûriyê tometbar kirin, û ligor pêzanînên Rêxistinê ku li roja 15ê reşmeha 2016 an piştî demjimêr 11’ê sibê, nexweşxaneya Me’eret Elnu’hman hat bombebarankirin û gotibû ku hêjî hejmara qurbaniyan nehatiye zanîn.
Wezareta saxlemiyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mafnas kir ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin, li hember tawan û binpêkirinên Rijêmê û hevalbendên wê li dijî xelkê sivîl û bêguneh li seraserî Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî