Wezareta perwerde û xwendinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê, li êvariya duhî roja duşemê li 10’ê tîrmehê, encamên ezmûnên bawernameya diwanavendî ya sala 2017 bi rêka lînka malpera encamên ezmûnan li ser enternêtê belav kir.
Ku hejmara xwendevanên 2017 û ligor daxuyaniya wezaretê gihiştibû 12,200 xwendevanî, ku hatibûn dabeşkirin bi awayê: 5500 xwendevan ji beşê zanistî, û 6700 ji beşê wêjeyî, hevdem ku hejmara xwendevanên beşê xwendina bingehîn gihiştibû 21,900 xwendevanên keç û kur.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê perwerde û xwendinê Dr. Îmad Berq got ku rêjeya serkeftinê li beşê zanistî 56℅ bû û ya beşê wêjeyî 54℅ bû, û rêjeya derçûnê li bawernameya xwendina bingehîn 61℅ bû.
Herwiha ku wezareta perwerde û xwendinê pîrozbahiya xwendevanên derçûyî kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest, û hêviya serkeftinê di sala dahatî de ji xwendekarên nikarîbûn bi ser bikevin re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî