Rêveberiya devera Casim ya ser bi fermandariya polîsên parêzgeha Der’a ji aliyê wezîrê kargeriya xwecihî yê hikûmeta demkî Mihemed Sirûr Elmizîb û şandeke wezaretê û encûmena parêzgehê hat vekirin.
Wezîrê navborî ji aliyê berpirsên derverê hat agehdar kirin li ser mîkanîzm û beşên karê rêveberiyê ya ji 65 serbazên cudabûyî ji asayîş û polîsên medenî û leşkerî yên Rijêmê pêkhatiye, û herwiha bi xulên meşq û rahînanê û şêwaziyên serederiyê ligel hemwelatiyan tevî serbazên zêrevaniyê û alîgiran hatine perwerdekirin.
Wezîr guh da li gilî û sikaleyên berpirsên deverê ji bo gengeşekirin û dîtina rêkarên berdest bo alîkariya deverê li gor hêz û şiyanên hikûmeta demkî ji bo peydakirina pêdawîstiyên sereke bo berdewamiya karê deverê, ji ber ku niha rêveberiya deverê hîç dahatekî darayî nîne ji bilî encûmena xwecihî.
Hêjayê gotinê ye ku sîstema karê devera Casim hatibû vegerandin bi rêka terxankirina ofîsekê bo beşa lêkolînê û tabûreka zêrevaniyê bo zêrevaniya bajêr ji hindur û derve, û dirustkirina xalên pişkinîn û ewlekariyê li pêşiya dergehên bajêr û kar ji bo kontrolkirina çûnuhatinê li nav bajêr.
Û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb û bi amadebûna kolonêl Ebdulcebar Elê’gêdî alîkarê wezîrê bergeriyê û kolonêl Heysem E’fîsî serokê erkan li roja şembiya borî û di heman çarçovê de, civîneke berfereh li gundewarê bakurê Helebê ligel çend efser û fermandaran û girûpa efserên azad re girêdabû.
Ebû Heteb di civîna xwe de ya ligel efserên azad rola wan bo parastin û pergiriya li xaka welat diyar kiribû ji ber ku ew kelha asê ya parastina welat in ji her xirabiyekê, û tekezî li ser damezrandina artêşeke niştimanî kiribû û giringiya wê ji bo avakirina Sûriya paşerojê û parastina destkeftên şoreşê û xelkê me li navçeyên rizgarkirî.
Ebû Heteb çend dose wek damezrandina artêşeke niştimanî û rola wê di paşerojê de ligel komîta kombenda efserên gundewarê bakur gengeşe kiribû, hevdem ku hevdîtinên Ebû Heteb ligel efserên azad dikeve di çarçovê timamkirina karê hikûmeta demkî de ya ji bo damezrandina artêşeke niştimanî piştî pêkanîna çend hevdîtinan ligel tabûrê şoreşê û erêkirina destpêşeriya artêşeke yekgirtî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî