Bi hatina 14 heyva Yekê ji sala 2019, Pênc sal di ser revandinda çalakvanê siyasî Emîr Hamid ji hêla çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD derbas dibin.
Doseya binçavkirina çalakvanan li parêzgeha Hesekê berdewam e, û çarenivîsa piraniya wan nediyar e, û desthilata ferzkirî ji hêla PYD ve tu agahiyan derbarê rewşa wan belav nake, û guh nade bang û destpêşxeriyên ku doza eşkerkirina çarenivîsa wan dikin.
Emîr ku ji xelkê bajarê Dirbêsiyê ye, bavê 4 mendalan e, ta vê gavê malbata wî mîna malbatên Behzad Dorsin û Fûad Ibrahîm tu agahiyan li ser wan nizanin, û PYD revandin û binçavkirina wan li xwe nagire.
Çalakvan Alan Ehmed ku sal û nîvek ji temenê xwe di zindanên PYD de derbas kir, ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku PYD desthilateke diktator e, û tu pîvan derbarê mafê mirovan û dîmuqratiyê li ba wê peyda nabe, û hemû şêweyên eşkenceyê ( derûnî- fîzîkî) li dijî çalakvanên li cem wê binçavkirî bi kar tîne, û dîmuqratiya ku pê bang dike derweke mezin e, raya giştî pê dixapîne.
Ehmed li ser ezmûna xwe di zindanê PYD de axivî û got: “PYD hemû şêweyên eşkencê bi min re bikar anîn, bi taybet ya derûnî ku 63 rojan ez di zindaneke tekane de hiştim, ji bilî ku dadgeha wê salek zindan li min birî , lê wan ez sal û nîvekê di zindanê de hiştim, bi wateya ku ew rêzê li zagonên xwe jî nagirin” .
Binpêkirina mafê mirovan li deverên Kurdî li ser destê PYD berdeam e, û çavên malbatên girtiyên siyasî her û her li çareseriyê digerin û li hêviyê ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Rahihandinê ya Hevbendiyê