Rihspî û axayên yek ji mezintirîn eşîrên li Sûriyê, bang Hevpeymaniya Navnetewî kirin ji bo fişara bêxin li ser milîsên “PYD” ji bo rawestandina binpêkirinên berdewam yên di derheqa sivîlên li devera Rojhilatê Firatê, û serbestberdana girtiyan bi awayekî bilez, û valakirina kampan, bi taybetî ji bo jin û zarok û kal û pîran.
Ev yek duhî li roja sêşemê bi rêya daxuyaniyekê hat ji aliyê civîneke berfireh a rihspî û axayên eşîra “A’êdat” li bajarê “al-Şihêl” li gundewarê Dêrazorê, piştî komkujiya ji aliyê milîsên “PYD” li dijî şêniyên heman bajarokî.
Li gorî Tora Dêrazor 24, ku civîn hat lidarxistin bi armanca standina helwrsteke eşîran ya hevbeş li hember tawan û binpêkirinên dibin li beriya Dêrazorê, û agahdarkirina Hevpeymaniya Navnetewî bi biryarên xwe, herwiha di civînê de mijara encûmenên xwecihî yên ser bi milîsên “PYD” ve, û gendeliya di nava wan de, tevî xwenîşandanên aştiyane, û destûr nedan ji bo raderbirîna nêrînên hatin gotubêjkirin.
Daxuyaniya hoza A’gêdat, ku yek ji mezintirîn eşîrên li Sûriyê, diyar kir ku ji aliyê çekdarên “PYD”ê, “raportên bi kîn” ji Hevpeymaniya Navnetewî re têne pêşkêş kirin ji bo topbarankirina hin deverên sivîlan bi temamî, ku dibin sedema ketina qurbaniyên bêguneh.
Herwiha daxuyaniyê daxwaza yekxistina rojava û rojhilatê Firatê kiriye, û daxwaza derxistina çeteyan Îranê û Rûsya kiriye,û amadehiya xwe ji bo hevkariya ligel hêzên hevpeymana navnetewî xuya kiriye ji bo temamkirina vî karî, û ji ber standina rahênanên leşkerî, siyasî, ewlekarî û rêveberî.
ku li çend gund û bajarokên Dêrazorê, xwepêşandanên berfireh di vê dema dawî de lidar dikevin ji bo şermezarkirina binpêkirinên çekdarên “PYD” û desthilatiya wê, herweha li dijî gendeliya mezin ya rêveberiya herêmê, ku ji aliyê xwenîşanderan pankart li dijî milîsan têne rakirin, û dirûşm bi daxwaza derxistina wan tên gotin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî