Rojnameyeke Libnanî operasyonên veguhertina milkiyeta bi hezaran malên sûriyan li Şamê bi rengek ne yasayî dide biyaniyên alîgirên Îranê, bi sûdgirtina ji valabûna wan mal û milkan.
Rojnameya “Elmudun” ya Libanî, agahî ji çavkaniyeke taybet di rêveberiya qeydkirina milkiyetê de bi dest xistine, û çavkaniyê diyar kiriye ku ji sala 2015 ve heta roja îro, milkitiya zêdetir ji heşt hezar malên welatiyan li Şamê û derdora wê, ji bo biyaniyên Îranê li Sûriyê hatiye veguhestin.
Rojnameyê tekez kiriye ku hemû karên veguhestina milk û malan bi riya balyozxana Îranê li Şamê têne pêkanîn, bi alîkariya nokerên xwecihî yên ji bo berjewendiya wê dixebitin, ku radibin bi sextekirina qeydên milkiyetê li ser navê xwediyên resen, û milkên wan têne veguhestin ligor destberdariya milkdariya yasayî, ku milkiyet bi mora qeydkirina milkiyetê û îmzekirina Wezîrê berê yê niştecihkirinê yê hikûmeta rejîmê Husên Ernûs û yan jî bi îmzakirina cîgirê wî têne dan bo milkdarên nû.
Û bal kişand ku Ernûs têkiliyên xurt û bihêz hene ligel îstîxbarata Îranê, û xizmetên mezin dide wan di rêya desteserkirina rûbrin mezin yên erdên çandinîyê yên welatiyên Sûriyê yên hatine koçberkirin di çend salên dawî de, li Dêr Qanûn û Zabadanî û Qura El-Esed û Yafour û Elsebûra li gundewarê Şamê.
Herwisa diyar kiriye ku derfetên mezin ji aliyê îstîxbarata rejîmê têne dan ji bo balyozê Îranê li Sûriyê Cewad Abadi û kesên nêzîkî wî, nemaze di warê kirîn û veguhestina qeyda milk û malan de, û radibin bi kirîna mal û milkên wêrankirî, beramber buhayekî duqat li buhayê wan.
Tê zanîn ku Komîteya Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, yadeştnamek li ser koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografî ji bo Netewên Yekbûyî, û Konseya Ewlekariyê şandibû, û tekez kiribû ku rejîm û hevalbendên xwe xelkê sûriyê têxin di bin nîra rewşeke bobelatî û trajîk de, ku dibe gef li ser paşeroja Sûriyê û yekîtiya wê.
Û ligorî rojnameyê, mal û milkên hatine veguhestin, avahî û xanî û dikan û hotêl in, herwiha pişkên nexweşxaneyên taybet û zeviyên çandiniyê yên xwedan cihên stratejîk û hin kargehên biçûk in.
Rojnameyê diyar kiriye ku veguhestina milkiyetê bi taybetî jî li Mezze û El-Malikî û li kolana Bexdad, û taxên Şamê yên kevin hatine pêkanîn, tevî li hin avahiyên bazirganî û dikanên derdora navenda çanda Îranê li Behsa ya her ji destpêka şoreşa Sûriyê bûye serbazgeheke ewlekariyê û leşkerî û navendek ji bo civînên Îraniyan.
Û daye zanîn ku bi piranî milkiyeta wan mal û milkan ya welatiyên Sûriyê ne, yên piraniya wan ji ber sedemên ewlekariyê li derveyî welêt dijîn, û diyar kiriye ku navên wan milkdaran ji aliyê şaxên îstîxbarata hatine belavkirin, ji ber çalakiyên wan û helwestên wan yên dijberî.
Û Hevbendiya Niştimanî, operasyonên guhertina demografî, bi çekekî nû yê Îranê dibîne, ji bo mayîna wê li Sûriyê ji bo demeke dirêj, û alîkarîya rejîma Esed ji bo li ser lingê xwe bimîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê