Li çend paytext û bajarên cîhanê, semîner û konferans lidar dikevin ji bo diyarkirina rewşa girtiyên di zîndanên rejîma Esed de, û herwisa li ser tawanên berdewam yên li dijî wan, li gel daxwaza serbestberdana wan û sizakirina berpirsîyariyên kiryarên îşkenceya sîstematîk yên bûne sedema mirina bi deh hezaran.
Konferansekî hiqûqî îro şemiyê li Madrid paytexta Spaniya bi sernavê “karwanên dilên spî ji bo rizgarkirina girtiyên Sûriyê” lidar dikeve , û yek ji beşdarên konferansê ji bo çapemeniya xwecihî diyar kir ku armanc ji vî konferansî ew e, komkirina raya giştî li cîhanê li dijî kiryarên berdewam yên rejîma Esed yên bikaranîna hemû curên zilm û îşkence û azarên hovane û kuştina keyfî ye.
Parêzerê Sûrî Bilal Hijazî yê beşdar di konferansê de ji tora “Beledî” ya nûçeyan re tekez kir ku rejîma Esad rêzê li kêmtirîn mafên mirovan û riftarên mirovî derbarê girtiyan nagire, û keysjêanîna darayî ligel malbatên wan bikar tîne ji bo diyarkirina çarenivîsa wan, tevî şewitandina cenazeyan û nedana termên wan bo malbatên wan.
Û Civata Ewlekarîyê û Netewên Yekbûyî daxwaza destêwerdaneke bilez û rasteqîn kir ji bo neçarkirin -weke gotî- “desthilata faşîst” li Şamê li ser eşkerekirina çarenivîsa kesên binçavkirî û bêserûşûn û serbestberdana wan bi şêweyek bilez.
Ji aliyê hin çalakvanên mafên mirovan li bajarê Stenbolê jî dê îro li danê êvarî semînarek li ser çarenivîsa girtiyan li Sûriyê, bi sernavê “Azadiya min berî gotûbejên wan” bête lidarxistin, û di semînerê de, dê guh bidin şahidhaliya sê girtîyên berê, ku yek ji wan 24 salan di girtîgeha Tedmurê de bû, û yê din di sala 2011 de hate girtin û piştî 4 heyvan bi peymaneke guhertina girtîyan hat serbestberdan, û yê sêyem 5 caran ji aliyên dezgehên ewlehiyê ve hatibû girtin û serbestberdan.
Di heman demê de, ji aliyê çalakvanên Sûriyeyê li bajarên rizgarkirî dê çend semînar ji bo rewş û trajediya girtîyên di zindanên rejîmê de bêne lidarxistin, ji bo daxwaza serbestberdana wan.
Herwiha ku Komîsyona Netewên Yekbûyî ya Lêpirsînê ya Serbixwe, daxwaz ji rêjîma Esed kiribû ji bo pêşkêşkirina belgeyan li ser sedemên mirina bi hezaran girtîyên di girtîgehan de, û daxwaza eşkerekirina gorên qurbaniyan û pêkanîna lêpirsîneke bilez li ser wan tawanan kiribû.
Hevdem ku Rêxistina “Human Rights Watch” bang li rejîmê kiribû ji bo bersivan bide li ser gelek pirsên taybet bi çawaniya mirina kesên binçavkirî di girtîgehên wê de, û guman xistibû li ser nerastiya romana wê ya li ser mirina qurbaniyan bi “kirîza dil”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê