Hemû nexweşxane û navendên bijîşkî li bajarê Meyadîn li rojhilatê Dêra Zorê ji xizmetê derketine bi sedema bombebarana tund li ser bajar û bajarokên gundewarê Dêra Zorê.
Çalakvanan ji bajarê Meyadîn gotin ko bombebarana tund li ser bajêr bû sedem ko derd û azarên sivîlan bêtir bibin, û bal kêşandin ser ko firokên cengê yên rêjîmê û yên Rûsya û yên Hevpeymana navdewletî di rojên borî de bajar bi sedên êrîşan kirine amanc.
Çalakvanan gotin ko bombebaran bû sedema derbiderbûna piraniya xelkên bajêr û wêraniyeke mezin li milkên taybet û yên giştî û jêrxaneya bajêr bû, û hemû navendên tendiristiyê ji xizmetê derketin.
Destnîşan kirin ko bijîk û dermanxane û derman li bajêr nemane, û birîndar ber bi gundên rojhilatê çemê ferat û bajarê Ebû Kemal yê li rojhilatê Dêra Zorê ya di bin kontrola Daiş de ye tên birin.
Û bombebarana rojane ya tê ser bajarê Meyadîn bi kampanya “bi wan re be” hat pirotestokirin, tako bala cîhanê bikişînin ser kuştiyan û hejmara derbideran ko gihaye 380 hezar kesên ku ji gund û bajarokên Dêra Zorê derketine.
Û wezareta derve ya Rûsî ragihandibû ko hêzên wan bargehên rêkxistina Daiş li bajêr bi mûşekên “Kalîber” ji gemiyên xwe yên derya spî bombebaran kirine, di heman dema ku hêzên rêjîmê ber bi bajêr de bi pêş ve diçin.
Berê jî Komîta Navdewletî Ya Xaça Sor bikaranîna tundûtûjiyê ya ko bû sedema kuştina bi sedan kes û nexweşxane û dibistanan di herdu hefteyên borî li herêmên corbicor li Sûriyê wêran kirin şermezar kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê komkujî û operasiyonên leşkerî yên ko jiyana bêgunehan têk da pirotesto kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bi berpirsiyariyên xwe yên yasayî û yên sincî rabe û sivîlan biparêze.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî