Piştî bi hezaran malbatên Efrînê ji kampên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê yên li derdorê bajarê Helebê reviyan, bi dehan welatî li hindirê kampan hatin girtin.
Çalakvan Ezîz Birîmo ev bûyer ji malpera me re piştrast kir û got ku çekdarên PYDê di çend rojên dawî de bi dehan welatî li kampên xwe yên li derdorê Helebê girtin û êşkence kirin ji ber wan xwestibûn vegerin Efrînê.
Birîmo diyar kir ku PYDê nêzî 50 hezar koçberî xistine 4 kampan û rê nadin wan ku vegerin ser mal û milkên xwe li Efrînê, her weha bêtir ji 50 hezar welatî bi awakî ne eşkere ji kampên PYDê yên li derdorê Helebê reviyan û bi dizî hatin Efrîn û Helebê.
Birîmo bal kişand ku bi dehan kes hatin kuştine û birîndar bûne ji ber bombeyên çandî û guleyên rêjîma Esed dema ku ji kampên PYDê bi dizî di riya qaçaxçiyan re derbasî bajarê Helebê dibûn.
Tê zanîn ki berî heftitekê 14 sivîl li derdora gundê Başkoyî li gundewarê Helebê ji encama teqîna mayînên PYDê çandine hatin kuştin.
Di dawîya gotina xwe de Çalakvan Ezîz Birîmo got ku bi hezaran welatî di kampên PYDê de dixwezin biçin Efrînê lê rê nadin wan û rewşa jiyanê li kampê pir dijwar e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî