Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê, 18 xortên Kurd li bajarê Kobanê girtin û birin kampên xwe yên leşkerî li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji me re ragihand.
Mistefa tekez kir ku çekdarên PYDê di girtin û leşkerkirina zarokan de li bajêr û gundewarên wê berdewam e , û got ku “hêzên ewlekarî yên bi ser PYD ê ve di hefteya bûrî de 18 xort girtin gava dixwestin bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibin, û ew xort birin kampên leşkeriya neçar li başûrî bajarê Kobanê”.
Her wiha Mistefa bal kişan ku welatî eşkere zarokên xwe dirivînin Tirkiyê û Kurdistana Iraqê ji tirsa ku PYD ê wan birvîne û got: “eger PYD ê di biryarên xwe yên şaş de berdewam be wê Kobanê ji miletê wê vala bibe û pêwîst e ev kiryarên şaş rawistin berî ku kesên mayî jî Koçber bibin”.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Hevbendiyê