Tundiya operasyonên hêzên rejîma Esed yên vê dawiyê li ser gundewarê bakur ê Hemayê hişt ku jiyan li Morik raweste, herwiha Encûmena xwecihî daxwaza derxistina daxuyaniyekê kir ji bo dabînkirina xizmetguzariyên sereke ji sivîlan re.
Encûmena Xwecihî Doh roja Înê di daxuyanyeke xwe de ku hatiye belav kirin daxwaz ji rêxistin û desteyên mirovî dike ku berê xwe bidin bajêr, ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji welatî û awareyan re ji ber rewşa karesat ya ku bajar têre derbas dibe.
Di daxuyniya ku li ser torên civakî hatiye belavkirin hatiye ku tundiya operasyonên hêzên rejîma Esed û topbarana wan ya berdewam li ser gundewarê bakur yê Hemayê ku di çarçoveya deverên kêmkirina şer de ye, hiştiye ku rewşa welatiyan jî zehmet bibe.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku divê rêxistinên hawarçûnê û desteyên ku di vî warî de kar dikin berê xwe bidne bajarê Morik, û alîkariyan pêşkêşî welatiyên resen û awareyan jî bikin, bi taybet ku ev bajar bûye wargehê malbatên aware yên ku bajar û bajarokên wan li gundewarê bakur yê Hemayê berdewam li jêr topbaranê ne.
Tê zanîn ku hêzên rejîma Esed yên bejahî topbarana xwe di dema dawî de zêde kiriye, û ji destpêka meha Sibata derbasbûyî de rejîm balafiran jî bikar tîne ku di encam de bi dehan kes şehîd bûne û hejmareke din birîndar bûne, piraniya wan jin û zarok in, herwiha bi hezaran malbat ji gundewarên bakur û rojava aware bûne.
Bajarê Morik li gundewarê Hemayê ji yekemîn deverên ku xwepêşadanên li dijî rejîma Esed lê dest pê kiribûn, û xelkên wê rastî girtin û îşkenceyê li ser destê hêzên Esed bûn, û piştre navê “Goristana Tangên Esed” lê hate kirin, ku şoreşgeran bêhtir ji 74 tangên rejîmê lê têk birin, û îro roj di rewşeke pirr xerab de ye bi sedema ziyana mezin ya ku gihişte jêrxaneya bajar, herwiha topbarana berdewam ya ku dijî bajêr dibe.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.