Thursday, 11 January 2018 11:39

Ji Tirsa Leşkeriya Neçara Ji Aliyê Rîcîma Esed ve, Ciwanên Kurd Ji Helebê direvin ber bi Efrîn ve

Piştî imzekirina "peymana ewlehiyê" di navbera rejîma Esed û çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ve li bajarê Helebê, bi sedên welatan dest ji malên xwe berdidin û berê xwe didin bajarê Efrînê li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand.

Zeyno nîşan da ku piştî çekdarên PYDê dibistan û navendin din li taxên Şêx Meqsûd , Eşrefiyê , şêx Xidir , Bedîn , Bistan Elbaşa , Hilk , şêx Faris, Eyn Tel, Benî Zêd û Seken Şebabî ku nişteciyên wan kurdin radestî rêjîma Esed kirin bi sedan welatî direvin Efrînê

Her wiha  Zeyno diyar kir ku welatî dibêjin çekdar û milîsên bi ser rêjîmê ve derbasî taxan dibin û metirsîn hene ku ciwanan bigrin û bibin eniyên şer û tekez kir ku welatî pera didin da ku karibin herin Efrînê.

Zeyno bal kişand ku çekdarên rêjîmê di demên dawî de bi sedên xortan ji taxên Helebê direvînin û dibin kampên xwe yên leşkerî, lê ta niha nêzîkî taxên kurda nedibûn û niha ew metirsî peyda dibe.

Tê zanîn ku sala 2013ê rêjîm ji taxên Şêx Meqsûd , Eşrefiyê vekişiyan û radestî PYD kirin.

Jêder: Beşê Kurdî Ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Ji Tirsa Leşkeriya Neçara Ji Aliyê Rîcîma Esed ve, Ciwanên Kurd Ji Helebê direvin ber bi Efrîn ve