Piştî imzekirina “peymana ewlehiyê” di navbera rejîma Esed û çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ve li bajarê Helebê, bi sedên welatan dest ji malên xwe berdidin û berê xwe didin bajarê Efrînê li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand.
Zeyno nîşan da ku piştî çekdarên PYDê dibistan û navendin din li taxên Şêx Meqsûd , Eşrefiyê , şêx Xidir , Bedîn , Bistan Elbaşa , Hilk , şêx Faris, Eyn Tel, Benî Zêd û Seken Şebabî ku nişteciyên wan kurdin radestî rêjîma Esed kirin bi sedan welatî direvin Efrînê
Her wiha Zeyno diyar kir ku welatî dibêjin çekdar û milîsên bi ser rêjîmê ve derbasî taxan dibin û metirsîn hene ku ciwanan bigrin û bibin eniyên şer û tekez kir ku welatî pera didin da ku karibin herin Efrînê.
Zeyno bal kişand ku çekdarên rêjîmê di demên dawî de bi sedên xortan ji taxên Helebê direvînin û dibin kampên xwe yên leşkerî, lê ta niha nêzîkî taxên kurda nedibûn û niha ew metirsî peyda dibe.
Tê zanîn ku sala 2013ê rêjîm ji taxên Şêx Meqsûd , Eşrefiyê vekişiyan û radestî PYD kirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê