Tora Dêrezor 24, vîdiyoyek li ser kuştina jinekê û zaroka wê ji aliyê “milîsên PYD” li rojhilatê Dêrazorê belav kir, û bal kişand ku wan ji ber “dîmenên tirsnak” vîdiyo bi temamî belav nekiriye.
Û got ku ew vîdiyo ya jinekî û keça wê ye ku ji aliyê çekdarên “PYD” ve li nêzîk bajarokê Baxoz hatine gulebarankirin, ku li wê deverê şerê dawiyê dibe ji bo jinavbirina rêxistina çeteyên “DAIŞ”.
Ev yek tê hevdem ligel çend binpêkirinên din yên van çekdaran li dijî sivîlan li deverê, herwiha ku ji aliyê heman torê vîdiyoyeke din hatibû belavkirin li ser kuştina malbatekê bi dayik û zarokên wê ve.
Çalakvan balê dikşînin ku tawanên şer li dijî sivîlan li dema dawiyê li ser destê van milîsan li deverê zêdetir bûne, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî ev wek “tawanên şer” dîtin, û daxwaza sizadana kesên berpirsyar kir, ku raportên mafên mirovan mirina kesên girtî ji ber îşkenceyê piştrast dikin, û hejmarek ji rêxistinên mafên mirovan bang ji bo vekirina lêpirsînekê di van binpêkirinan de û sizadana kesên berpirsyar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî