Komek ji rêkxistin û desteyên mirovî bi kampaniyekê rabûne li jêr navê ‘’ Kampanya Idlib ya mezin‘’, bi amanca xizmetan pêşkêş bikin, û alîkariya bêtir ji 300hezar derbiderên parêzgehê bikin.
Fermanberê berevaniya sivîl Raid Elsalih di daxuyaniyekê de roja duşemê ji ‘’ Simart ‘’ re got ku amanca kampaniyayê ewe ko xizmetan ji penaberan re û alîkariyên mirovî ji ji hejmara herî mezin ji derbideran re yên di dema dawî de ji malên xwe ji encama şer reviyane ko hejmara wan digehê 300hezar penaberî pêşkêş bikin.
Elsalih bêtir got ko kampanya dê hevkarî û hevrêzkariyê di navbera rêkxistinan de bêtir bike, ji bo piştgitiya derbideran bi şêweyekî hûrbîn, tako alîkarî ji aliyekî re bêtir ji aliyê din neçe.
Netewên Yekgirtî di raportekê de hefteya borî ragehand ku hejmara derbideran li Idlib dora 100hezarî ye, ji yekê çileyê pêşî heta 9ê vê mehê, bi sedema operasiyona leşkerî ya ko rêjîm li Idlib û gundewarê wê pêk tîne.
Netewên Yekgirtî hişyarî da ko pirbûna operasiyonên leşkerî û berdewamiya bombebarana tund li gelek herêman li gundewarê başûr û yê başûrê rojhelat, dê bibe sedema ziyanên mezin di nav sivîlan de û jêrxan jî dê wêran bibe.
Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civîna xwe ya dawî de daxwaz ji civaka navdewletî kir tako êrîşên hovane yên ko li dijî sivîlên Idlib, Hema, Xûta rojhelat li gundewarê Şamê bi taybetî dibin rawestînin, û bi dewletên têkildar re lihev kirine tako peymana agirbestê cîbicî bikin, çimkî ew xala destpêkirina çareseriya siyasî ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî