Xwenîşandanek ji aliyê karmendên pizîşkî yên nexweşxaneyekê li Xûta rojhilat ya dorpêçkirî lidar ket ji bo şermezarkirina bombebarana berdewam ya ji aliyê hêzên Rijêmê û Rûsiya li ser navçeyê ya ligor serjimêriyên navdewletî bûye sedema kuştina bi sedan kes.
Û xwenîşandan hevdem hat ligel têkşikestina NY di derbaskirina karwanên alîkariyên mirovî bo Xûta rojhilat, yên çaverêkirîbû ku duhî derbas bibin.
Xwenîşanderan bi rêka dirûşm û nivîsandinan, daxwaza rawestandina êrîşên leşkerî bi awayekî bilez herweha cêbicêkirina biryara 2401 ji konseya ewlekariyê û Rûsiya kirin.
Bergiriya sivîl ya Sûrî diyar kir ku hêjî bombebaran li ser astin nû berdewam e, û bal kişand ku çend taxên nişteciyan li bajarê Heresta ku di heyamê kêmtir ji demjimêrekê bi tenê de bi dehên êrîşên esmanî û nêzîkî 70 mûşekan bi ser de hatine barandin.
Û rêxistina “pizîşkên bêsînor” di daxuyaniyekê de gotiye ku nûçeyek gihiştiya wê bi kuştina 770 kesî û birîndarbûna 4050 kesên din ji navçeya Xûta di navbera 18 heta 28 reşmeha borî de.
Û gotiye ku ev hejmar zêde dibe, ji ber ku hejmara kuştî û birîndaran li navendên wê yên pizîşkî yên din li navçeyê yan ji navendên wê bi temamî negihiştine.
Û bi sedema êrîşên leşkerî yên berdewam û bikaranîna çekên ciyawaz tevlî yên qedexekirî, bi hezarên malbatan xwe di asêgehan de veşartine ji tirsa mirinê, û ji aliyê tîmên bergiriya sivîl bi dehên terman ji bin wêraniyan hatine rakirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî