Duhî careke din zêdetir ji deverekê li parêzgeha Helebê ji aliyê hêzên rejîma Esed û milîsên terorîst yên Îranê hatin bombebarankirin, û têde kesek hat kuştin û çend kesên din bi giranî birîndar bûn.
Ev tê piştî çend rojan ji lidarxistina civîna çaralî li Stenbolê, ku têde tekezî li ser pêwîstiya parastina peymana Idlibê û pêşxistina wê ber bi agirbesteke berfireh li seranserê welêt hatibû kirin.
Çalakvanan diyar kir ku bajarokê “Heyan” ji aliyê hêzên Esed û tabûra “Kampa Hinderat” li gundewarê Helebê, bi çekên giran hat topbarankirin, û bû sedema mirina kesekî û birîndarbûna hinên din.
Herwiha bajarokê “El-Mensûra” yê li gundewarê Helebê jî ji aliyê hêzên rejîmê yên li akademîya leşkerî li bajarê Helebê bi çekên girin hatin topbarankirin bêyî ti ziyanên mirovî.
Hêzên Esed û Rûsiya êrîşên xwe li ser parêzgeha Hemayê zêdetir kirin, û xaleke çavdêriya Tirkyê li derdora bajarê “Mork” ji aliyê hêzên Esed yên li “Til Bizam” hat topbarankirin, bêyî ti ziyanên mirovî, û herwiha bajarê “El-Lataminah” û zeviyên li derdora bajarokê “El-E’tşan” û gundê “El-Cinbara” û taxên bajarokê “Keferenbaudh” bi mûşek û topan hatin bombebarankirin.
Wan çalakvanan diyar kirin ku di van rojên dawiyê de navçe bi awayekî çavrênekirî ji aliyê hêzên rejîmê hat topbarankirin, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dît ku ev yek dibe “Di dema nêzîkbûna her têgihîştineke siyasî”, û tekez kir ku ev yek hewldanên aşkere ne, ji bo têkdana prosesa siyasî, û divê civaka navnetewî bi gavên pêwîst rabe ji bo rê li berdewamiya van hewldanan bigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê