750 malbatan ji gundê “Hawiz” li bakurê bajarê Hema di heyamê mehekê de ber bi Idlibê ve bar kirine, ji encama êrîşên giran yên hêzên rejîma Esed, ku bûne sedema wêrankirina malên hemwelatiyan.
Li gor çalakvanên deverê, ji encama topbarana berdewam ya hêzên rejîmê, piraniya xelkê gund koçber bûne û bi tenê 200 malbat têde mana, û ber bi kampên Otma, Dêr Hesan, û çiyayê El-Ekrad de çûne.
Serokê encûmena xwecihiya gund Mihemed Xetab, di daxuyaniyê de ji ajansa “Smart” re got ku hejmara xelkê gund “8250 kes bûn, di nav de 1750 kocber bûn berî dubarekirina êrîşan ji aliyê hêzên rejîmê li ser gund”.
Ku ji aliyê hêzên rejîmê deverên rizgarkirî têne topbarankirin, bi taybetî “deverên bêçek” yên li gor peymana Idlib, û îro gundê “Hewîce” li bakurê Hema hat topbarankirin, û têde jinek birîndar bû û çend avahiyên nişteciyan hatin wêrankirin.
Ku xelkên bajar û gundên bakurê Hemayê bi rengek berfireh kocber bûne, ji ber kiryarên topbaranê, û tîma kordînasyona bersivdanê ragihand ku 88,942 kes, piraniya wan jin, ji “Xanşîxon” bi tenê koçber bûne.
Li gorî medya xwecihî, ku koçber ber bi kampên li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê de direvin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistafa berdewamiya êrîşan ji aliyê hêzên rejîmê li ser deverên bêçek yên li gorî peymana Idlib şermezar kir, û pirsyara rola Netewên Yekbûyî ji bo parastina sivîlan û herweha rola “gerantorên Esed” ji bo tawankariyên terorîst kir.
Duhî gundê “Me’rkebê” li bakurê Hema ji aliyê hêzên Esed hat topbarankirin, bê ku zirar çêbibin, hevdem ku bajarokê gundê Bab Eltaqa li bakurê Hema ji aliyê hêzên rejîmê ve yên derdora Şetha bi roketan hat bombebaran kirin, bêy ti ziyan çêbibin.
Ku gundewarên Idlib û Hema bi top û mûşekan dubare ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya têne bombebarankirin, ku di vê dawiyê de balefirên şer yên rejîmê jî di êrîşan de beşdar bûn, û bûne sedema kuştin û birîndarbûna welatiyan, tevî ku navçe ji navçeyên peymana Idlib ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî