Zêdetir ji 100 hezar ji koçberên başûr û naverasta welêt gihiştin navçeyên cuda-cuda yên bakur, di çarçovê zincîreke berdewam ya kiryarên koçberkirina neçarî de ku ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê dibe bi armanca pêkanîna guhertineke demografî ya berfereh.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, kiryarên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê yên bi pêrewkirina siyaseta koçberkirina neçarî bi tawaneke şer û têkbirina pêvajoya siyasî û çareseriya siyasî li Sûriyê dîtibûn.
Û ligor daxuyaniya “rêxerên bersivdana bakurê Sûriyê”, hêjî kiryarên koçberkirinê berdewam in, û hejmara koçberên gihane wir gihiştiye 102015 kesî, ji wan 83214 ji taxên başûrê Şamê û gundewarê wê hatine, û yên din 18801 koçber ji gundewarê bakurê Himusê û başûrê Hemayê hatine, hevdem ku hêzên Esed berdewam in di kiryarên zêdekirina dorpêçkirin û bombebarankirina taxên başûrê Şamê ji bo neçarkirina xelkê li ser koçberkirinê û çolkirina wan navçeyan bi neçarî.
Hêjayê gotinê ye ku sercem curên çek û teqemeniyan û tevlî yên qedexekirî ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê ve ji bo neçarkirina xelkê li ser bijardeya mirinê yan barkirinê hatibûn bikaranîn.
Û Hevbendiya Niştimanî ev kiryar bi tundî şermezar Kiribû û bi rajedariya pirojê Îranê dîtibû, û daxwaza rawestsndina kiryarên li dijî sivîlan û aktivkirina dadgeha tawanên navdewletî ya bêalî ji bo dadgehkirina tawanbarên şer ji civaka navdewletî Kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî