Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnamevaniyê, ya Kombenda Rojnamevanên Sûrî, di raporeke xwe ya rolî ya roja sêşembê derketiye de, tekez kir ku rijêma Esed berpirs e di ber girantirîn binpêkirinên dijî rojnamevanan di heyva bûrî de, bi berpirsiya wê di ber kuştina ragihênerekî û birîndarkirina yekî din di riya bombebarana yekser ji devera ku ew lê bûn re.
Û navendê diyar kir ku çalakvanê rojnamevanî “Abdulhemîd Xidir Alyûsuf” bi bombebarana yekser li ser bajarokê “Kefroma” yê başûrî Idlibê hat kuştin, û çalakvanê ragihandinê “ Ahmed Mustefa Alxetîb” ji encama bombebarana topxaneyên hêzên rijêmê, dema ku wî şerên di navbera şoreşvanan û hêzên rijêmê li gundewarê Idilibê yê başûr dişopandin, birîndar bû.
Û navendê 8 binpêkirinên dijî ragihandinê li Sûriyê di heyva çirîya paşî ya bûrî de belge kirine, rijêm berpirs e di ber 2 ji girantirîn binpêkirinan de, û “ Heyet Tehrîr Alşam” di ber 3 binpêkirinan de berpirsyar e, û milîtanên PYD di ber 3an de.
Û rapora navendê amaje kir ku bi kuştina “Abdulhemîd Xidir Alyûsuf”hejmara rojnamevanên ku navendê kuştina wan belge kiriye li Sûriyê ji heyva adara 2011 de giha 455 ragihênerî.
Û navendê 4 rewşên binçavkirina dijî ragihêneran li gundewarê Idlib û Helebê tomer kirine, her weha 2 rewşên lêdana ragihêneran, û diyar kir ku piraniya binpêkirinan li parêzgeha Helebê û Idlibê bûne, 5 binpêkirin li Idlibê û 3 li helebê pêk hatine.
Û Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnamevaniyê di rapora xwe de, daxwaza rêzgirtina li azadiya rojnamevaniyê kir, û herweha dabînkirina saxelmiya xebatkarên wê û sizadana berpirsên di ber binpêkirinan de, û temîniya rêzgirtina li têkista birgê 19emîn ji Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan kir, ya dibêje:“ Her kes azad de nerîna xwe ragihîne, tevlî azadiya baweriyan bê destêwerdan, û danheva nûçeyan , û wergirtina wan, û belavkirina wan di çi dezgehê de be, bêyî pabendiya bi sînoran ya coxrafyayê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî