Bergiriya sivîl ya Sûrî (kumên spî) eşkere kir ku 1337 sivîl bi destê rijêma Esed hatine kuştin û 9123 sivîlên din li sala 2017’an hatine birîndar kirin, û hejmara qurbaniyan belge kiriye bi hejmar yên li ser destê dezgeha bergiriya sivîl hatine raguhestin bo nexweşxaneyan, tevî amarên bombebarankirinê yên li ser navçeyê li sala borî.
Bergiriya sivîl raportek duhî roja sêşemê belav kir û têde diyar kiriye ku 12 şehîd ji tîmên bergiriyê li Xûta rojhilata dorpêçkirî hatine şehîd kirin, tevî 82 xwebexşên bergiriya sivîl û bal kişandiye ku 32 komkujî li sala borî bi destên hêzên Rijêmê li bajar û bajarokên Xûta hatine pêkanîn.
Raportê diyar kiriye ku Xûta rojhilat li sala borî bi 1403 êrîşên esmanî û 7325 berikên topxaneyan û 402 mûşekên erd-erd û 16 bermîlên teqîner hatine bombebaran kirin, û 106 caran dînemet û napalim û gaza kilorê bi carekî hatine bikaranîn.
Herwiha di raportê de hatiye ku 7 navendên bergiriya sivîl ji aliyê firok û topxaneya Rijêmê bi awayekî rasterast hatine bombebaran kirin, û bal kişandiye ku di heman demê de 2011 kiryarên rihakirinê ji aliyê tîmên bergiriyê ve hatine encamdan, û 9123 birîndar hatine raguhestin bo nexweşxane û xalên pizîşkî, û herwiha rabûye bi vemirandina 508 agiran.
Ku nêzîkî 400 hezar li Xûta rojhilat dijîn di rewşeke bobilat de bi sedema dorpêçkirin û bombebarana navçeyê ji çend salan ve ji aliyê hêzên Esed, hevdem ku hêzên Esed û milîsên mezheberist ji 8 heyvan ve dorpêçkirina li ser Xûta rojhilat zêde kirine, bi awayekî ku derman û keresteyên xwarinê bi carekî nagihêjin navçeyê.
Hêjayê gotinê ye ku bergirya sivîl ya naskirî bi navê (kumên spî) li sala 2012’an bo yekem car peyda bû, yekser piştî Rijêm rabû bi encsmdana êrîşan li ser navçeyên sivîlan, û bi çendîn xelatên navdewletî hatiye xelat kirin û ji aliyê çalakvanên biyanî û Sûrî bo bidestanîna xelata (Nobil) li sala 2016’an hatiye berbijar kirin.
Dezgeha bergiriya sivîl bi awayekî fermîli heyva çiriya pêşiyê sala 2014’an hatiye damezrandin, û bi xwe erkê rihakirina birîndaran û rakirina kuştiyan ji bin kavilên wêrankirî û kujandina agirên êrîşan spartî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî