Tora Sûrî ya mafê mirov kuştina 113 sivîlî bi destê hêzên Rijêmê û hevalbendên wê li heyamên 15 rojan bitenê li gundewarê bakur û rojhilatê Idlibê belge kir.
Tora navahî serjimêriyek îro li ser malpera xwe ya fermî belav kir, têde bal kişandiye ku bi sedema êrîşên hêzên Rijêmê û Rûsiya li ser bakur û rojhilatê parêzgeha Idlibê, ji 25’ê heyva çilê pêşî a borî heta 10’ê çile 2018’an, di nav de 33 zarok û 25 jin hatine kuştin.
Duhî roja çarşemê, nivîsîngeha hemahengiya karubarên mirovî ya NY; raportek belav kir û têde hatiye ku 99569 kes koçber bûne bi sedema oparesyinên leşkerî yên Rijêmê dijî Idlib û gundewarê wê di navbera 1’ê çilê pêşî/Desember heta 9’ê vê heyvê.
NY diyar kiriye ku piraniya koçberan ji başûrê Idlibê û bakur û bakur-rojhilatê gundewarê Hemayê ber bi navçeya navrast û bakurê Idlibê koçber bûne, û NY hişyarî daye li ser “şêweyê metirsîdar ” ê oparesyonên leşkerî “berdewamiya bombebarankirina dijwar û berdewam li ser çend navçeyên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê, ku bûne hokarê mirin û koçberkirina sivîlan û wêrankirina jêrxaneya bingehîn”.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî U’qab Yihiya; dît ku Rûsiya û Îran ligel rijêma Esed hevpar in di pêkanîna tawanan li dijî sivîlên Sûriyê, û bal kişand ku Mosko bêbandorbûna navdewletî wek derfet bikar tîne ji bo sepandina ejendeyên xwe yên takalî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat