Çalakvanên xwecihî yên bajarê Reqa duhî tekez kirin ko wan di heyva borî de kuştina 784 sivîlan yên ko piraniya wan bi bombebarana hêzên hevpeymana navdewletî û milîtanên QSD hatine kuştin belgeh kirine.
Kampanya ‘’ Reqa bi bêdengî serjê dibe’’ di serjimêra xwe ya dawiyê de diyar kirine ko bi sedema êrîşên asmanî yên firokên hevpeymaniya navdewletî û bombebarana milîtanên QSD ya zemînî; 772 kesan jiyana xwe ji dest dane, û kelaxên wan di gorên komel de hatine dîtin, û destnîşan kirin ko hin ji sivîlan di dema girtinê de hatine kuştin, çaxê milîtanan êrîş dabûn ser gundê Elkazimiye li gundewarê Reqa.
Her weha çalakvanan kuştina 8 sivîlan belge kirine, ko bi sedema mayûnên pêmayên Daiş, û du sivîl bi fetisandinê mirine, hem jî bi dehan teqînên ko bi destê nenaskirî çêbûne belgeh kirine.
Di heman pêvajoyê de ‘’tîma bersivdana pêşekî ‘’ bal kişand ser ko di rojên dawî de bi sedan kelax ji gorên komel li taxên Reqa derxistine, yên dawî 15 kelaxên sivîlan ji bin wêraniyên avahiyekê li taxa Elbedû, û 18 kelax ji goristaneke komel li parka ajalan li Reqayê derxistine.
Berê jî hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka li dijî rêkxistina Daiş di 28ê heyva borî bi kuştina 940 sivîlî li herdu welatan, Sûriya û Îraq, ji sala 2014ê ve mikur hatin, di mijara êrîşên asmanî de ko hêzên hevpeymaniyê bi behaneya şerê tirorê pêkanîne.
Rêkxistina “Human Rigts Watch” di destpêka vê heyvê de ji civaka navdewletî daxwaz kir ko piştgiriya bizavên pirosêsa dîtina gorên komel bikin, yên ko li bajarê Reqa xuya dibin, ku sivîl di baxçeyên giştî de hatine veşartin piştî kontrolkirina Daiş ji bajarê Reqa re, û daxwaza alîkariya teknîkî kirin, ji bo parastina nîşandekan û naskirina kelaxan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî