Roja Pêncşemê 4-4-2019 termê ciwanê nûgihayî Lewend Ismaîl Elîko li goristana Berkevirê li gundwarê bajarê Dirbêsiyê bê ku malbata wî amade bibe bi xakê hate spartin.
Lewend ciwanê nûgihayî di temenê 13 salî de ji hêla Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê ve hatbû revendin û tevlî çekdarên PYD kiribûn, li gor daxuyaniya Nîzamedîn Elîko ji malpera Hevbendiyê re, yê ku tekez kir ku wan weke malbat gelek hewildan kirin da ku Lewend bibînin û wî li dayika wî û dibistana wî vegerînin, lê hewildanên wan li hember diktatoriya PYD têkçûn.
Elîko berdewam kir û got ku hêza leşkerî ya bi ser PYDê ve, bo dema 5 salan rê nedan dayika Lewend ku kurê xwe bibîne, an ew serdana wê û malbata xwe bike, û destê dê û law bi darê zorê ji hev birin.
Li ser vê bûyerê parêzer Mihemed Mistefa endamê nivîsgeha yasayî di Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, ji malpera me re ragihand ku tevlîkirina ciwanên nûgihayî mîna Lewend ji hêzên leşkerî û çeperên şer re, binpêkirine ji mafê zarokan re li gor yasaya Navdewletî, ya dibîne ku tevlîkirina çi kesê ku temenê wî kêmî 18 salan be binpêkirin e ji mafê wî zarokî re.
Mistefa diyar kir ku PYD û hêzên wê yên leşkerî li ser belgeya Banga Cinêv emze kiriye, lê ew rêzgirtinê ji emzeya xwe re nagire, û di binpêkirinên xwe de berdewam e.
Tê zanîn ku Lewend Ismaîl Elîko ji daykbûyê sala 2002 li gundê Sêbîrka ye, û bavê wî xwedan pêdiviyên taybet e, û li gor ragihandina PYD, Lewend li parêzgeha Dêra Zorê di teqînekê de jiyana xwe ji dest da.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê