Doh roja Înê li parêzgeha Der’ayê, tevgereke şoreşgerî ya nû li nava bajêr û li hin xalên Gundewarê parêzgehê derket, tevî ewlekariya tûnd ya ku rejîma Esed sepandiye ji dema ku destê xwe daniye ser deverê berya çend mehan.
Hin kesên nenas li bajarê “El-Hirak” li Gundewarê rojhilat yê Der’ayê li ser dîwarên yek ji baregehên istixbarata rejîmê durşim li dijî rejîma Esed nivîsandine, û hin çalakvanan gotin ku kesên nenas li ser dîwarên istixbarata asîmanî ev durişm nivîsandine، û têde daxwaza rûxandina rejîma Esed û serbestberdana girtiyan kirine
Herwiha li taxa Der’a El-Beled bi dehan ciwan li meydana Mizgefta El-Umerî ku weke semboleke taybet e li cem wan kom bûn û kiryarên rejîmê yên derheqê wan têne kirin şermezar kirin, û daxwaza serbestberdana tevahiya girtiyan kirin.
Serokê Desteya Danûstandkar ya Sûriyê Nesir El-Herîrî got ku “xwepêşandanên gelê Sûriyê yên zindî li Der’a El-Beled careke din ji jêr kavil û wêrankariyê derdikevin da ku dengê xwe bighîne tevahiya cîhanê”, û destnîşan kir ku wan xwepêşandan daxwaza serbestberdana girtiyan kir û lihevhatinên bêbingeh û sexte jî red kirin, û tekez kirin ku ew berdewam in li ser xwesteka veguhestina siyasî ya rasteqîne”.
Xwepêşanderan pankartên di jêr navê “Îna na ji bo rêkeftina ligel rejîmê” bilind kirin, û durişm li dijî xwebexşên ji xelkê Der’ayê yên di nava refên hêzên Esed de avêtin, û pankartek hate bilindkirin ku li ser wiha hatibû nivîsandin “Zarokên me dilsoz in, û yên tevlî rejîmê bûne ne zarokên me ne”.
Hin şirovekaran dan zanîn ku dê piştî van xwepêşandanan û di rojên bê de guhertinek li parêzgehê çê bibe, parêzgeha ku çirûska Şoreşa Sûriyê di sala 2011an de jê destpê kir.
Hêzên rejîmê di mehên derbasbûyî de li parêzgeha Der’ayê helmetin girtinê yên berfireh destpê kirbûn, Û bi dehan ji endamên berê yên Artêşa Azad a Sûriyê, herwiha karmendên damûdezgehên şoreşê tevî ku beşdarî di lihevhatinên bi zorê de jî kiribûn di wan de hatibûn girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.