Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku di du rojên dawî de û di encama teqîna mayiyên çandî de welatiyakî sivîl hat kuştin û şeşên din birîndar bûn li gundê Çetal Qeto yê bi ser bajarokê Reco ve.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundên Efrînê berî ku derkevin mayin kirine, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xew ji dest dane.
Ji aliyekî din ve, Zeyno bal kişand ku bi sedan malbatên Efrînê vedigerin gund û bajarokên xwe, tevî astengiyên ku li ber wan tên çêkirin ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD û çekdarên rêjîma Esed ve.
Her wiha Zeyno diyar kir ku berpirsên PYDê xelkê Efrînê li kampan digrin û rê nadin wan ku vegerin Efrînê û got: xelkê ku dixwazin vegere Efrîn ê PYD wan “xayîn” bi nav dike.
Zeyno da zanîn ku bi hezaran malbat li derdora bajorkên Nubil û Elzehraa û Til Rif’et in û rewşa wan pir xirab e .
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê