Duhî xwepêşandanek ji aliyê çalakvanên bajarê Xanşîxon li Idlibê lidar ket bi helkefta borîna 100 rojan di ser kêmiyabarankirina bajêr ji aliyê rijêma Esed ku têde nêzîkî 400 kesî kuştin û birîndar kirin.
Xwepêşandan bi amadebûna kesukarên qurbanî û birîndaran û endamên encûmena parêzgehê, û bilindkirina nivîsên “Bişarê kêmiyawî tawanbarê şer e” û “bitenê tirsa me hat kuştin“.
Paşî ji aliyê encûmena xwecihî ya bajêr kongirekî rojnamevanî hat lidarxistin, têde serokê encûmenê Ehmed Mi’ratî destxweşî da rola bergiriya sivîl û nojdaran, herwiha balkişand ku komîteyek navdewletî xwest bi rêka Rijêmê derbas bibe lê ji aliyê encûmenê hat redkirin, ligor gotina serokê encûmena xwecihî ku wê Rijêm fişaran bike li ser wê komîteyê ji bo guhertina encaman.
Hêjayê gotinê ye ku bajarê Xanşîxon li roja 4’ê nîsana borî ji aliyê firokên Esed bi gaza sarîn hatibû bombebarankirin, û têde 100 sivîl hatin kuştin ku bi piranî jin û zarok bûn û zêdebarî ku zêdetir ji 270 kes rastî nexweşiyên bihnçikandinê bûn.
Ev êrîş ji aliyê gelek dewletên cîhanê hatibû şermezarkirin û herwiha firokxaneya Elşi’îrat ya li Himusê ji aliyê Amerîka bi mûşekan hat bordumankirin, ku ligor Waşinton firokên Rijêmê ew firokxane ji bo êrîşa li ser Xanşîxon bikar anîbû, herwiha ku Firinsa di daxuyaniyekê de gotibû ku bikaranîna çekên kêmiyawî ji aliyê Rijêmê ” tiştek xuya û aşkere ye”, li aliyek din Wezîrê derve yê Birêtaniya Porîs Conson gotibû “bêgoman, hêzên Esed berpirsyarên wê êrîşê ne“.
Rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî û piştî encamdana lêkolînan û çend hevdîtinan ligel şahidhalan û çend pişkinînan li ser şûnwarê êrîşa kêmyayî, tekez kiribû ku gaza sarîn hatibû bikaranîn, herwiha şanda dûvçûna rastiyan ya ser bi heman rêxistinê ve, gihiştibû wê yekê ku ” hejmarek mirov mirin, ji ber gaza sarîn yan gazeke hevşêweyê wê“. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat