Duh roja înê 19-10-2018 di encama teqîna mayinên ku rêjîma Esed li gundewarê Helebê çandibûn , 2 zarok ji bajarê Efrînê bi giranî birîndar bûn.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku 2 zarokên bi navê Yûsif Ezîz Mihemed (12) salî, û Horîk Mihemed Çawîş (16) salî li derdora kampên PYDê li bakurî Helebê di encama teqîna mayinên çandî de birîndar bûn, her wiha zarokê bi navê Horîk Mihemed Çawîş lingê wî hat jêkirin, û zarokê bi navê Yûsif birînê wî gelekî giran in.
Tê zanîn ku ta niha bi sedan welatî hatine kuştin û birîndar bûne, ji encama teqîna mayinên çandî li gundewarê Helebê.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê