Duh duşemê 22-10-2018 di encama teqîna mayinên ku çekdarên PYDê li gundewarê Efrînê çandibûn ,malbatek ji 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna mayinên ku hêzên PYDê li gundê Berad li gundewarê Efrînê jin û mêrekî û zarokên wan jiyana xwe ji destdan, dema dixwestin biçin bajarê Helebê.
Zeyno diyar kir ku navên wan evin: Mihemed Beyro , Tolîn Beyro, Can beyro
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wî berî ku derkevin mayin kirin, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê