Duhî 20 kes şehîd bûn û 46 kesên din birîndar bûn ku piraniya wan zarok bûn, ji encama topbarana sivîlan ji alîyê balafirên şer û helîkopterên hêzên rejîma Esed û bombebarana kampên penaberan ji hêla milîsên Iranî ve li bajarokê “Qah”.
Ji aliyê milîsên Iranî ve yên ku piştgiriyê didin hêzên Esed, 12 sivîl hatin kuştin, di nav de 7 zarok û 3 jin, û 30 kesên din birîndar bûn, di êrîşeke rasterast de li see kampa “Al-Qah” li ser sînorê Tirkiye-Sûriya, bi mûşekek giran bi riya bombeyeke deaktîv.
Herwiha ji hêla balafirên şer yên Rûsî ve komkujiyek hate pêkanîn, di encamê de 6 sivîl hatin kuştin, di nav de 4 zarok û jinek, û 11 birîndar bûn, di nav de 3 zarok û 3 jin, di encama topbarankirina bajarê Ma’rat al-Nu’man li Idlib, di heman demê de zilamek ji birîna xwe ya berê ya ji encama gulebarana balafirên Rûsî li ser bajêr jiyana xwe jidest da .
Êrîşên hewayî yên rûsî bûn egera şehîdbûna kesekî û birîndarbûna kesekî din li bajarokê “Cibala” li başûrê Idlibê, û birîndarbûna du kesên din ji “Babîla” ji encama êrîşeke hewayî, hevdem ku bombebaran giha van devaran jî: “kefernibil, kefersicnê,Mi’ret herma, Albara, Has, Bidama, Tal al-Şêx, Musharrafa, û Um Celal” li gundewarê Idlibê.
Parastina Sivîl ya Sûrî da xuyakirin ku kiryarên rêjîma Esed, Rûsya û milîsên Iranî, li dijî parêzgeha Idlibê li ser 12 deveran bi 27 êrîşên balafirên şer hatin pêkanîn, ji wan 26 bi balafirên şer yên Rûsî, tevî 11 top û mûşekên giran bi bombeyên dakatîv û 6 bermîlên teqîner.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî