Ajansa “Anadol” aşkere kir ku çekdarên “PYD” derdora bajarê Minbicê yê li gundewarê Helebê bi kortik û çeper û xwendekan dorpêç kiriye, û tekez kir ku çekdarên van milîsan ji aliyê rêxistina “PKK” ya terorîst ji bo parastina bajêr hatine perwerdekirin.
Ajansê Infografek li ser wan xendekên ji aliyê PKK hatine kolandin belav kiriye, tê de nîşan dide ku ew wêne ji esmana bi riya setelaytan hatine kêşan, û li gor agahiyan; ev xendek hatine kolandin her ji destpêka kontrolkirina bajêr ji aliyê wan milîsan ve, û destnîşan kiriye ku heman kar li dora bajarê Efrînê jî hatibû kirin, û artêşa azad ya Sûriyê bi piştgiriya artêşa Tirkiyê bajar stand û dîsa asayîş û aramî lê vegerandin, û diyar kir ku xendek bi dirêjahiya 29.3 k.m li dora bajarê Minbicê hatine kolan, û diyar kiriye ku bilindbûna wan çeperan ne weke hev in.
Ajansê got ku çar civîn ji aliyê rêberên rêxistina “PKK”a terorîst li çiyayê Qendîlê li Kurdistana îraqê ligel çekdarên “PYD” hatine lidarxistin, ji bo gengeşekirin mijara “parastina Minbicê”, û diyar kir ku rêxistina terorîst kar dike ji bo perwerde û amadekirina şervanên xwe yên ji Efrînê reviyane di bin navê “Hêzên Sûriya Demokratîk” de yên Amerîka -ya ku soz ji bo derxistina wan ji bajarê Minbicê di heyamê 90 rojan de dabû, ligor rêkeftina di navbera Washington û Enqereyê de- piştgiriya wan dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê