Çalakvanan tekez kir ku ji aliyê milîsên “PYD” bi dehan ciwanên Reqa û Dêrazorê hatin girtin, ji bo çekdarkirina wan di nava refên xwe de û neçarkirina wan li ser kolana tunelan li dora bajarên sereke yên dikevin dibin destê wê de, û ev yek tê di dema ku hêzên Amerîka berdewamiyê didin vekişîna xwe ya bi temamî ji Sûriyê, û amadekariyên artêşa Tirkiyê û artêşa azad ya Sûrîyê da ku cihê valahiya wan dagirin.
Li gorî hin malperên mediya xwecihî û çalakvanan, ji aliyê çekdarên “PYD” bi dehan kesên ciwan ji kampa “El-Hol” ya koçberên Reqa û Dêrazorê hatin girtin, ji bo ku karê kolana tunelan li derdora bajarê Qamişlo û Serêkaniyê.
Herwiha wan milîsan kampanyeke girtinê li bajarê “Zîban” li Dêrazorê pêkanîn, û têde nêzî 20 kesan hatin desteserkirin, û çalakvanan bal kişand ku milîsên “PYD” radibin bi hilmetên girtinê yên berfireh ji bo bihêzkirina hêzên xwe ji berî operasyona leşkerî ya çaverêkirî ya artêşa Tirkiyê.
Hevdem ku duristkirina xalên leşkerî yên avêtina topên hawin di nava taxên niştecîhan de ji aliyê niştecîhên Serêkaniyê yê li ser sînorê Tirkiyê hat redkirin.
Û girtina zêdetir ji 5 hezar sivîlan bi destê milîsên “PYD” , ji aliyê çalakvanên mafên mirovan hatiye belgekirin, ku nîvê wan jin û zarok in, bal kişandin ku ji sala 2011’an ve zêdetir ji 2419 sivîlî li herêmên di bin kontrola wê de hatine bêserûşûn kirin, di nav de 257 jin û 604 zarok, û 55 mediyakar.
Di heman çarçoveyê de, ajansa Anatoliyê got ku hêzeke artêşa Tirk tevlî zerîpoşên leşkerî li berbanga roja pêncşemê giheşte wîleyeta “Kilis” ya li ser sînorê Sûriyê.
Hêzên artêşa Tirkiyê berdewam in di hatina herêmê de, di heman dema çaverêkirina operasyoneke mezin ya leşkerî li dijî çekdarên terorîst yên li Minbic û rojhilatê Firatê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê