Hin çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku xortek bi guleyekê ji nêzîk ve di serî de bi destê çekdarên “PYD” hat kuştin, û diyar kirin ku termê wî piştî rojekê ji girtina wî radestî malbata wî kirin.
Sayita “Xabûr”, wêneyê termê Xelîl Abdulaziz yê ji gundê “Abu Hrdob” li rojhilatê Dêrazorê belav kir piştî radestî malbata wî kirin , û di wêne de xuya dibe ku ew xort bi guleyekê di serî de hatiye kuştin, û hin çavdêran da zanîn ku dîmen nîşan dide ku jiyana xort bi rengek meydanî hatiye bidawîkirin.
Sayitê destnîşan kir ku ew xort berî rojekê ji radestkirina termê wî ji aliyê çekdarên “PYD” hatibû girtin, piştî ji mizgefta gund derketibû, û ji bo gundê “Ziban” yê nêzîk hatibû raguhestin û li wir hate kuştin.
Û piştî radestkirina termê wî bi sedan xelkê gund kom bûn, û binpêkirinên mîlîsên PYD dijî sivîlan protesto kirin, û daxwaza sizakirina bepirsên di ber vê tewanê de kirin, û vê hişt ku ew milîs birevin derveyî gund.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî tevaya tewanên ku PYD pêk tîne pirotesto kirin, û di hevdîtinên xwe yên dawî de giringiya dabînkirina aramiyê li deverên rojhilatî Feratê û têkbirina rêxistinên terorîst gotûbêj kirin, û tekezî li ser giringiya dagirtina valahiyê û nehêlana pêkanîna milîsên PYD ji kiryarên Terorîstî derheqê sivîlan li deverê kirin.
Û li gor rapora heyvane ya Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, Milîsên PYD meha bûrî 42 kes grtine , 3 zarok û 2 jin di nav wan de hene, û got ku 2 kesên girtî bi îşkeceyê li ser destê wan milîsan jiyana xwe ji dest dan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî