Alavên ragehandinê yên xwecihî aşkere kirin ko milîtanên Îranî yên tirorist dest danîne ser bi dehan malên sivîlan li mezintirîn bajarên gundewarê Dêra Zorê yê rojhelat, û malbatên şervanên xwe li wan bicih kirine, wek beşekî ji istiratîciya Îranê ko têkeve nava civaka Sûrî û şoreşa xwe bîne nav wan.
Toreya “Furat post” got ku milîtanên Îranî dest danîne ser dora 50 xaniyan li Meyadîn, her weha bi dehan xaniyên din li taxa Elcemiyat Elsekeniyê û ya Mesakin û kolana Elmeerî li bajarê Bû Kemal nêzîk sînorê Îraqê.
Toreyê bal kişand ser ko milîtanên Îranî tev li malbatên xwe hatine, û hejmara wan nêzîk 300 kesan e, tevlî jin û zarokan, bi armanca ku demeke gelekî dirêj li Sûriyê bimînin.
Çalakvanan ji bajarê Meyadîn anîne ziman ko xelkên bajêr barhilgirên mezin ên sivîlan tevlî turumbêlên leşkerî bi parastina milîtanên Îranî dîtine, ku malbatan li nava bajêr datînin û di pey re wan dibin ew xaniyên ko dest danîne ser.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko ew hemû amancên Îranê li Sûriyê diyar dike, û serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa got ku mana Îranê û milîtanên wê yên tirorist li Sûriyê tê wateya berdewamiya dagîrkirinê û bêserûberî û zêdekirina nakokiyên mezhebî.
Û bal kişand ser ko rola milîtanên Îranê “Di dema ku civaka navdewletî bizavê ji bo çareseriyê dike, dê pirosêsa siyasî têk bide.’’ Û tekez kir ko hebûna wan milîtanan astengiyek e li pêşiya agirbestê û misogerkirina pêşketina danûstandinan.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî