Mistefa Misto endamê Encumana Niştimanî ya Kurdî derbasbûna milîsên bi ser rêjîma Esed ve bo hinder bajarê Efrînê şermezar kir û got: Polîtîka Partiya Yekîtiya Dîmoqeat PYD ê ya çewt li hindir Sûriyê Kurd ajotin tehlûkeyê.
Misto ji malpera hevbendiyê re ragihand ku PYDê biryara şer û aştiyê li herêmên Kurdî bi xwe ve girêdaye û Kurdan dajo nav şer û pevçûnan û rêza ti kesî nagire.
Her wiha Misto bal kişand ku derbasbûna milîsên bi ser rêjîma Esed ve bo Efrînê dide diyarkirin ku PYDê li aliyê rêjîma Sûriyê ye û berjewendiyên Kurdan jêre ne girîng in, “PYDê bi mejiyê xwe yê tekrew hişt şer li Efrînê derkeve û xelk perîşan bibin, û Ger PYDê bi vê zihniyetê berdewam bike dê Kurd hîn bêtir di tehlûkan werbin”.
Di dawiya gotina xwe de Misto daxwaz kir ku PYDê dest ji ejindeyên derve berde, û xerabiyê neghîne xelkên Sûryê.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Sûrî